Kultur

Nûbihara havînê derket

Jimara 120an ya kovara Nûbiharê derket. Di vê jimara havînê de lêkolîn, çîrok, helbest û wergerên cûrbecûr hene.

Perwerdehiya Kurdî ya ku ev demek e di rojeva Kurdan û Tirkiyê de ye, bûye mijara sernîvîsa vê jimara Nûbiharê jî. Berpirsiyarê giştî yê kovarê Süleyman Çevik di sernivîsa xwe de li ser vê mijarê sekiniye û girîngî daye perwerdehiya Kurdî û dibêje: “Mirina zimanekî mirina milletekî ye…”

Abdullah İncekan di nivîsa xwe de siyaseta ku li ser zimanê Kurdî tê meşandin analîz û rexne dike.

Pêşeng Pêtoyan di nivîsa xwe ya bi navê “Edebiyata Kurdî ya nû” de di destpêka salên 1900î de behsa kovar, rojname û şexsiyetên wê demê dike.

Dr. Abdurrahman Adak di nivîsa xwe de li ser sê heb wergerên Mem û Zînê ku Ehmed Faîq, Ebdulezîz Xalis û Zulfîkar Fethî di dema Osmaniyan de wergerandine Tirkî disekine.

Ayhan Geverî li ser qisseya Yûsuf û Zuleyxayê ya ku Selîmê Hîzanî nivîsiye sekiniye. Wekî tête zanîn ev qisse di nav edebiyata rojhilat de gelek navdar e û gelek kes li ser vê hikayeyê sekinîne. Li gor hindek îddiayan ew Yûsuf û Zuleyxa ya Ehmedê Xanî ye, Ayhan Geverî jî di vê nivîsa xwe de bersiva wan îddiayan jî dide û dibêje ew berhem ne ya Xanî ye.

Her wisa bi helbestên xwe, Rojen Barnas, Arjen Arî, Berken Bereh, Hafizê Şîrazî, Dilêr Zana, Mewlana Celaleddînê Rûmî, Mehmûd Derwêş, Osman Îzol, Huseyîn Şemrexî, Receb Yîgîtbay, Dilşad Mutî, Çetîn Lodî, Ekrem Şen, Murat Zengîn, Mamoste Çagabey û Sîpanî vê jimara Nûbiharê dixemilînin.

Lêkolîn, ceribandin û çîrokên van nivîskaran di vê jimarê de cih digrin: Ali Karadeniz, Mesud Serfiraz, M. Zahir Ertekin, Fahrî Ayhan, Edîb Polat, Têmûrê Xelîl, Emre Mehenî, Fîkret Koşar, Felat Dilgeş, Haşim Amedî, Mehmet Bozkoyun, Maşallah Melezgirtî, Dilazad, M. Fadil Edebalî, Şemoyê Memê, Murad Celalî, Huseyîn Çakan, Umer Farûq Ersoz û Murad Canşad.

Hevpeyvîna ku Bahadîn Cibilgiravî bi ressam Nevîn Reşan Güngör re çêkiriye jî di vê jimarê de ye.

Ji bo têkiliyê:
0212-519 00 09
[email protected]  –  www.nubihar.com

Balkêş e ?
Close
Back to top button