Civak

Akademiya fotbolê li Hewlêrê vedibe

 Serokê federasyona fûtbola Kurdistanê, Sefîn Kanebî, diyar kir, bi tîma fûtbolê ya Inter Mîlan ya Îtaliya re li ser vekirina akademiya fûtbolê bo zarokên kurd li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê li hev kirine.

Safin Kanabi u Marco VivoSefîn Kanebî, ku niha li Îtaliya ye, ji AKnewsê re got, me duh li akademiya tîma Inter Mîlanê, rêkeftinek bo vekirina akademiya fûtbolê li Hewlêrê îmze kir.

Kanebî, diyar kir, li gorî rêkeftinê, çend rojên din akademiya Inter Mîlanê dê hemû pêdawîstiyên akademiya Hewlêrê ji me re bêjin û emê jî hewl bidin bi alîkariya hikûmeta herêmê wan pêdawîstiyan dabîn bikin û akademî jî dê di demek nêzîk de li Hewlêrê bê vekirin.

Sefîn Kanebî, aşkere kir, vekirina akademiya fûtbolê li Kurdistanê gavek girîng bo pêşxistina fûtbol û werzişa Kurdistanê ye.

Back to top button