Hûn ji bo dewleta kurd amade ne?
Erdnigariya Kurd dikele. Piştî li Iraqê dewleteka fiîlî û Serbixwe hat ava kirin, niha jî li Sûrî piştî daketina rejima Esed, dê rêvebiriyeke serbixwe ji Kurdan re bê ava kirin. İxtimala ‘Kurdîstana Rojava’ jî heye.
Ev geşedan dê li ser Tirkiye jî bandordar bin. Her dem dihat gotin ku pirsgirêka ji sînorên netewî borîne. Lazime bê fêhm kirin ku êdî mijar zorê dide sînoran.
Em ji Sûrî dewam bikin… rojên rejima Esed hindik man e. Pevçûn gihîştin Şam û Helebê. Li Bakur hin der dikevin bin destê komên Kurdan.
Tê gotin ku piştîvanên Esed niyetin li bakurê Sûrî dewleteke Nusayrî ava bikin û xwe xilas bikin. Li ber vê yekê tu îtîraz jî tune ne, bi teybet jî di qada navnetewî de… digel Misrê û kêm dewletan, sînorê wê bi Îsraîl re sînorê wê heye. Dabeşbûn dê li herêmê bandora Sûrî kêm bike. Misr û Siudî ji vê rewşê ne acizin. Tirkiye jî şûna kaosê, raziyê dabeşbûna Sûrî ye. Ji Îsraîl re jî şansek mezin e.
Tirs ewe ku piştî Esed şerê hundirîn derkeve. Alên şer jî Sunniyên ku ji rêvebiriyê hatine dûr xistin û Nusayrî û Xrîsttiyan in. Dewleta Nusayrî ku dixwazin li bakur ava bikin, li ber şerê hundirîn mekanizmaya seknandinê tê dîtin. Vê mekanîzmayê li Bosnayê jî ava kirin. Ji bo Sûrî jî baş dibinin.
Lê divê em jibîr nekin. Heke Sûrî perçe bibe, dê bibe sisê perçe. Li rojavayê Nuseyrî, li navendê Erebên Sûrî û li bakur jî Kurd. Birastî tu car kurd ji Esed dûrneketin, lê êdî dê ji mafên xwe re bileyîzin. Li rojhihata wana jî saziyeke ku dikarin jê sûd wergirin û hîn bibin heye. Li gor xeberên dawî ev pêvajo destpê kiriye. Li bakur desthilatdariya 4 bajaran ketiye destê Kurdan. Ya rastî li gor pêdiviya stratejiye Esed wan bajaran ji kurdan re dihêle. Qamişli jî nezîke, di demek nêz de dê wê jî bidin.
Bila dewleta me jî seh bike. Li herêmê Jeopolîtîka Kurd jinûve pêk tê. ‘Kurdîstana mezin’ êdî ji gellek kesan re ne xiyale. Belkî em hew bibinin ku ‘dewleta Serbixwe’ ya kurdan ji Sûrî derkeve.
Hûn ji bo vê amade ne? Jibîr nekin, PKK qasî Tirkiye rêxistina Sûrî ye jî. Ji bilî vê Kurdên Tirkiye jî bi geşedanên herêmê ve eleqedarin. Hûn hêj difikirin ku pirsgirêka kurd tê edare kirin. Li herêmê dewletên ku kurd lê ne guherînên mezin pêk tên. Iraq dabeş bû. Dabeşbûna hiqûqî jî ne dûr e. Heke li sûrî dewleta Nusayrî bê avakirin, dê dewleta Kurd jî ava bibe.
Dewleta sêyemîn ku kurd lê ne, Tirkiye ye. Emê çi bikin?
Krîzek mezin dê kurdên Tirkiye yê jî ji me veqetîne. Bi salane me beredayî ne got ‘derbeyeke eskerî dê Tirkiye dabeş bike.’ Heke di sala 2004, 2005 û 2007an de derbe çêbûya dê Tirkiye dabeş bibûya. Piştî niha jî heke derbe an jî krîzên mezin çêbin, girtina kurdan ne mimkun e.
Hilbet ne hikumetê pirsgirêka Kurd derxist, dê ewê çareser bike. Polîtîkayên rojanê nikarin pirsgirêka kurd çareser bikin. Erdnigariya kurdan bi awayek divegere dewleta kurd…
İhsan Dağlı
(Xeberênkurdi.com)