Polîtîk
Li Şemzînanê pevçûn: 15 gerîlaya jiyana ji dest dane
Li nêzika gundê Baglar a beldeya Derecik ku bi navçeya Colemêrgê Şemzînanê ve girêdayiye, li hemberî gerîlayên PKKê artêşa Tirkiyê operasyonek lidarxistiye. Hat îdiakirin ku, di encama operasyonê de 15 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane. Di pevçûna ku di navbera hêzên artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de derketiye de, serbazêk û 2 çawişên pispor bi giranî birîndar bûne.
Tê gotin ku, 15 gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane, gerîlayên ku doh danê nîvro, li herêma Derecikê rê kontrol kirine û propaganda kirin e. Koma gerîlayan, ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê ve hatine şopandin û 15 kîlometre dûra Şemzînanê pevçûn derketiye.
Li herêmê pevçûn dewam dikin.