Polîtîk

BBC: Artêşa Suriyê bi balafirên şer Haleb bombebara dike

Tê ragihandin ku, balafirên artêşa Suriyê Heleb bombebarandin e. Li gorî nûçeya BBC a Tirkî, tê îdiakirin ku artêşa Suriyê bi helkopterên êrîşê jî êrîşa Helebê kirine.

Komên muxalif jî êdia dikin ku, hêzên artêşa Suriyê tehdît kirine ku wê êrîşa girtîgeha li Humus bikin.

Televizyona Suriy jî ragihandiye ku, hefta çûnê gellek deverên paytext Şamê yên ku ketibûn destê muxalifan, careke din hêzên artêşa Suriyê ew derana xistine bin kontrola xwe. Di dîmenîn televizyonê de ew taxana tên nîşandan û leşkerên artêjê derî bi derî li muxalifan digerin.

Mala Çavdêriya Mafê Mirovan a Suriyê diyar dike ku, ji pazara çûnê virve li Suriyê ji ser 1200 re kesan jiyana xwe ji dest dane. Heman sazî îdia dike ku polîsên bêçek yên li Humusê fîrar kirine. Ew îdia ji aliyê rayedarên hikumetê ve hate derewandin.   

 

Back to top button