Polîtîk

KCK pişgiriya yekitiya kurdên Rojava dike

Srokatiya konseya rêvebir a KCK-ê di derbarê bûyerên Kurdistana Rojava û rewşa dawî de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de tê ragihandin ku pişgiriya yekitiya li Hewlêr pêkhatî dike û di vê derbarê de dibêje: Em bangî gelê xwe yê kurd li Rojavayê Kurdistanê dikin ku, xwe xelek xelek li dora yekitiyê kom bikin. Em hevî dikin ku hêzên demokratyên Suriye jî rêzê li îrada gelê kurd bigire.

Herweha KCK didê xuyakirin ku tu kadroyên wan yên siyasî û eskerî li Suriye tuneye.

Bê goman ev daxuyaniya KCK-ê giring e û pişgiriya pêvajoya ku li Hewlêr destpê kirî erêniye.Hevkarî û yekitiya kurdên Rojhilat dibe demana serkeftina wan bi xwe. Ji aliyek di PYD jî daxuyaniyek belav kir û got ew parçeyek ji opozisyona Suriyene û li Qahîre tevlî civînên opozisyonê bûne û wan jî daxwaziya ruxandina rejima Suriye îmze kiriye.

Herweha PYD dide xuyakirin ku, ne bi rêxistinî û ne jî bi Eskerî PKK`ê li Sûriyê nîne û ew dengoyên dibêjîn ku PYD`ê şaxeke ji PKK-êye ne raste. PYD partiyekî Kurdî Sûrî ye û qada xebata wê Rojavayê Kurdistanê ye.

Eve demek e di medya Tirki de nûçeyên ku derbarê Kurdistana rojava de derdikevi ne gelekî di cih de ne û rastiyê ranagihînin.

Bê goman herkes û aliyê xêra kurda naxwaze dê agahdariyên çewt belav bikin. Lê dive bi tu awayî hinek rêxistin jî bi kiryarên xwe rê nedin vê yekê. Heta ku kurd li Rojava li hevhatina Hewlêr ve girêdayîbin, li Rojava rêxistinên kurdan di bin siha ala Kurdistanê de hevkar bin û ew bi xwe rêzê li yekitî û peymanên di navxwe de bigrin, dê herkesek mecbûr be rêzê li tevgera kurd û daxwaziyên wan bigrin.

Bi hewldan serokê Kurdistanê yekitiya di nav kurdên Rojava de pêkhatî nabê ku bi tu awayî têk here. Aliyên vê yekitiyê têk bidin û li derê siha ala Kurdistanê de di bin siha tiştên dinde xwe bidin nasandin dê zerera herî mezin bidin tekoşîna Kurdên Rojhilat.

Back to top button