Seyda: Gelê kurd ne li gel PYD-ê ye

Wezîrê derve yê Tirkiye Ahmet Davutoglu û serokê Konseya Niştimanî ya Suriye Abdilbasid Seyda hevdîtinek pêkanîn. Di hevdîtinê de li ser rewşa Suriye hate sekinandin û rewşa herî dawî hate nirxandin.
Piştî hevdîtinê serokê opozisyona Suriye Seyda bersiva pirsên rojnemevanan da.
Seyda li ser pirsekî di derbarê PYD-ê de got: Rejima Suriye ev herêm (herêma Kurdistanê) vala kir û sparte PKK yan PYD. Li Suriye gelê kurd ne li gel vê grubê ye , li gel şoreşêye. Me gotiye ku dive li Suriye ji bilî ala serxwebûnê tu alek din neyê bilndkirin. Kurd beşek ji Suriyene. Pirsa kurd li Suriye di çerçova nava Suriye tê çareserkirin. Li Suriye rojeva hinek aliyan cudaye, ew bi tu awayî xizmeta doza niştimanî ya Suriye nakin.
Wek din Seyda got: Piraniya deriyên sinor di bin kontrola Artêşa Azad de ye. Ji bo serastkirinê ji nû ve me li gel Tirkiye hevedîtin kirin.
Herweha Seyda da xuyakirin ku, piştî ruxandina rejimê dê komiteyên herêmî welat îdare bikin heta hilbijartin çêbibe.