Nûbihar serxweşiya Elçî dike
Jİ BO BİRÊZ ŞERAFETİN ELİ SERSAXÎ
Mixabin têkoşer û fedarekî din ê doza rewa ya gelê me koça dawî kir. Şerafetîn Elî di rojên dijwar û teng de bi merdane derket pş û hebûna miletê Kurd wek îmaqek li rûyê înkarkerên bêehlaq û nemerd xist. Pişta xwe da postên wezareta dewletiyan û berê xwe da zindana rûmet û mêrxasiyê.
Şerafetîn Elî yek ji wan siyasetvanê dûrbîn bû ku ji bo parastina hebûna siyasî, çandî û zimanî ya gelê me bi fikr û pşniyazên xwe yên zelal rê dida ber raya giştî û dawa miletê me bilind radigirt. Navê wî dê dîrokê de bi mêrxasî û dûrbûniya wî ya siyasî bê tomarkirin û dê ji aliyê nifên paşerojê ve bi rêz û teqdîr bê bîranîn.
Em ji Xwedayê dilovan hêvî dikin ku rehmetî bi bihişta xwe şad bike û sebir û hedan bide malbata wî û gelê me. Em ji Xweda hatine û em ê rojek biçin nik wî.
Nûbihar


