Polîtîk

Serê gelê kurd û malbata Serafettin Elçî sax be

Serokê Giştî yê KADEPê ªerafettîn Elçi, demeke dirêj bû ku bi nexweşiya pençeşêrê re têdikoşa. Elçî li Enqerê li Nexeşxana Medicana çû ser dilovaniya xwe.

Siyasetmedarê Kurd ªerafettîn Elçî, di sala 1938 an de li Cizîrê hate dinyaye. Dibistana Serete li Cizîrê, lîse li Mêrdînê qedand. Elçî, Fakulteya Hiquqê a Zanîngeha Enqereyê qedand. U demekê li Cizire parêzerî kir.

Di dawiya salên 1950an de, gava kurdayetî li Bakur di pêvajoya herî zehmet de bû, kete nav bizava rizgarîxwaz a Kurd. Bû yek ji têkoşere 49an ku di dîroka Bakurê Kurdistanê de, Mîlad a Kurdayetiyê ye. ªerateffin Elci di destpêka salên 1960yan de kete bin bandora ªoreşa Îlon a mezin u, doza kurdayetiyê domand. Di Tîrmeha 1965an de bi çar hevalên xwe re bû damezrenerê Partiya Demokrat a Kurdistan a Türkiye.Di inqilaba 1971 de bi endametiya PDK-T hate tewanbarkirin u 8 meha di zindana diyarbekir de raza. Rehmetî ªerafettin Elçî, heta dawiya jiyana xwe di vê xeta neteweyî-demokratîk a ku bîngeha wê Barzaniyê nemir danî bu têkoşa.

Elçî, di sala 1977 ji Merdine bû Parlementere Meclisa Tirkiye û di salen 1978-1979 an de di hikumeta tirkiye de Wezaretî kir. Yekem car wekî wezîrek di kursiya Parlamentoya Tirkiye de got: Li Tirkiye Kurd hene û Ez Kurd im! Bi vî awayî diyarkir ku. Piştî Inqilaba Eskerî ya 1980an hate girtin û beramberî îşkenceyên giran hat. U 30 Meha di zindane de raza.

. Weqfa Kurd a maf û azadiyan, di sala 1992an de, li gel 98 hevalên xwe avakir. U Bû yekem serokê wê! Di dawiya salên 1990an de Platforma Demokratîk a Kurd avakir ku paşî wekî Partiya Demokratîk a cemawerî jiyana xwe domand. Piştî girtina vê Partiyê ji alî Dadgeha Destûrî ya Tirk ve, Rehmetî Elçî, Partiya Beşdariya Demokratîk (KADEP) avakir. Bû Serokê Partiyê û di meha Heziran a sala 2010an de wekî Parlamenterê Serbixwe yê Amedê hate hilbijartin.

Rehmetî Elçi, di tevayiya jiyana xwe ya siyasî de, di doza Kurd u Kurdistanê li Bakûrê Kurdistanê di rêzên yekem de cîh girt.

Gelê Kurd di doza xwe ya neteweyî de, dê her dem bi rêz rehmetî Elçi bibîrbîn e.

Serê gelê Kurd û malbata Serafettin Elçî sax be.

PDK-Bakur

Rexistina dervayi welat

Back to top button