Sekreterê rojnamevanî yê serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Samî Ergoşî, di daxuyaniyeke taybet de ji bo malpera hikûmeta herêma Kurdistanê got, di dema xwe de, di bin navê piştgiriya medyaya azad de, Noşîrwan Mistefa 30 mîlyon dolar ji pereyên neftê wergirtine.Ergoşî got, piştre Noşîrwan Mistefa bi wan pereyan Kompanya Wişe ava kir.Samî Ergoşî got, hinek kanalên ragihandinê duh roja çarşermê belav kirin ku Nêçîrvan Barzanî ew gotinên wezîrê petrolê yê Kurdistanê Aştî Hewramî, red kirine.Aştî Hewramî di hevpeyvînekê de ligel Rûdaw gotibû ku Noşîrwan Mistefa 30 mîlyon dolar ji pereyên neftê wergirtine.Ergoşî got ew nûçe ji rastiyê dûr in, û tu bingehek jêre tune ye û serokwezîr bi tu şêweyan gotinên Aştî Hewramî red nekiriye.Samî Ergoşî diyar kir ku baweriya serokwezîr gelekî bi wezîrê petrolê Aştî Hewramî heye.Sekreterê rojnamevanî yê serokwezîr Samî Ergoşî got, ji xeynî wan pereyên (30 mîlyon dolar) tu pereyekî din li kanaleke medyayê nehatiye xerckirin.Ergoşî got vîdyo jî heye her kes dikare lê temaşe bike û bi rihetî wan rastiyan bibîne.(Avestakurd)
Pêş
30/06/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya li Refîq El Îsawî kir
30/06/2025
Divê mijar ne tenê danîna çekan be!
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Şêx Seîd Îslam û Kurdistan28/06/2025