Nivîskarên tirk hîn bûne tenê şîreta bikin
Piraniya caran çareseriya pirsa Kurd li Bakur ji aliyê hinek nivîskarên Tirk ve tê gotubêj kirin. Taybetî ew nivîskarên ku xwe demokrat yan jî bi awayekî xwe nêzikî Kurdan dibînin.
Mirov di vî warî de dikare gelek navan wek mînak bide. Lê tê zanîn ku ew kîne. Eger yek yan jî du kesayetan ji nav wan derêxê, piraniya van nivîskaran di îdeolojiya xwe de dewleta Tirk diparêzin. Berdewamiya dewletê û xwedî derketina cumhuriyeta Tirk bingehê baweriya xwe dibînin. Yanî bi awayek din Kemalistin.
Piraniya caran dema behsa çareseriya pirsa Kurd li Bakur dikin, mafên Kurdan wek mafê neteweyekî rewa nabînin. Şîreta li Kurdan dikin. Yanî bê ku dengê tevgera kurd dengên cuda seh bikin ew ya xwe dibêjin. Ji berku tu girîngiyekî nadin kurdan û daxwazên wan bi xwe jî.
Taybetî guhên wan ji daxwazên netewî re girtîne. Tevgerek ku di nav Kurdan de behsa mafên netewî neke wê behtir nîzikê xwe dibînin û ser dîtina wan re siyasetê dikin.
Lê xalek gelek girînk heye ku dema dewlet ji bo Kurdan mecbûr dibe ku gavekî tavêje vê yekê wek litufekî dinirxînin.
Dema kurd li Bakur behsa mafê dewletbûnê dikin li dijê wan bi tundî derdikevin û rê nadin dîtin û gotubêjên van Kurdan.
Demekî van nivîskaran li Başûr jî gelek îtibarek ne di cih de dîtin. Mirov dikare behsa zîzbûna pêvajoyekî bike û xwe mecbûr bibîne giringiyekî bide van kesayetan. Lê berdewamiya vê zerer dide siyaseta Kurdewariyê.
Li Bakurê Kurdistanê dema kurd li nirxên xwe yên netewî xwedî derdikevin, dema sembolên netewî bilind dikin ev cureyên nivîskaran gelek aciz dibin. Ji ber ku ew dixwazin her tişt di bin bandora wan de be û tevgera kurd li Bakur nebê xwedî kesayetek netewî û bi hêz. Gelek caran dibêjin bila kurd jî daxwaziyên “maqûl“ bikin.
Pirsa kurd li Bakur ne li gora daxwaziya van cureyên nivîskaran tê çareserkirin. Çareserî li gora daxwaziyên kurdan bi xwe ne. Divê ji aliyekî ev nivîskar û rewşenbîrên Tirk vê yekê têbigihin û ji aliyek din ve jî kurd bi xwe vî mafî nedin destê wan û li ber wan ne stuxwer bin.
Kesayet di siyasetê de gelek girînge. Heta li Bakur kesayetên siyesî û vê yekê ve girêdayî tevgera kurd nebê xwedî kesayetek siyasî bi hêz tu carî bi îstikrar nikarin mafên kurdan di çerçovek netewî de biparêzin.
Dema kurd doza mafên xwe yên rewa dikin destê xwe li ber kesekî venakin û parsê nakin. Ew doza mafên xwe yên rewa dikin. Xezeb li wan hatiye barandin, welatê wan hatiye dagirkirin li dijê wan komkujî hatine kirin. Hemî cureyên zilm û zordarî li wek miletekî li kurdan hatiye kirin.
Ji bo vê yekê gerek zalim zordar fedî bikin , ew ji mirovatiya xwe şerm bikin. Kurd bi serbilindî xizmeta miletê xwe û mirovatiyê dikin dema behsa mafên xwe yên rewa dikin.
Heta mirov li xwe xwedî dernekeve kesekî li mirov xwedî dernakeve.
Bi kurt û kurmancî kurd ketine di pêvajoyekî de hêdî doza dewletbûnê dikin.
Ev yek jî dibe sedemê tirsa nivîskar û rewşenbîrên “demokrat û pêşveru“ li Tirkiye.
Têbiniyek: Bê guman hindikbêjî û hijmara wan wek tiliyên desta be jî, ewên pirsa Kurd pirsa dewletbûnê dibînin û vê yekê wek mafek rewa yê kurdan dibînin cihê rêzgirtinêne. Tucarî di van nivîsan de armanca min ne ew kesayetên hêjane.
15.2.2014
Dara Bilek