Nivîsar

Nivîsandina dîroka nû – Kurdistana Serbixwe

Cemal BatunPirsa referendûma serxwebûna Kurdistanê, bi awayek bihêz kete rojeva cîhanê de. Welatên dewrûber, bi taybetî mêtînkarên Kurdistanê neyênî, lê zêdeyên welatên dinyayê tevlî gumanên xwe, bi nermiyek nêzîkahî li biryara Serokatiya Siyasî ya Kurdistanê kirin. çendîn welatên cîhanê jî bi erêniyek zelal piştgiriya xwe ji bo referendûma serxwebûna Kurdistanê ragihandin.Serokatiya Siyasî ya Kurdistanê bi vê pêngava xwe ya nivîsandina dîrokek nû – ragihandina biryara referendûma serxwebûna Kurdistanê, ji niha ve destkeftiyek dîrokî ya herî mezin anî cîhana Kurd / Kurdistanê. Yek welat tenê jî -bi tundî, hişkahî, êrîşbarî dijberiya xwe hemberî beyankirina îradeya Kurd / Kurdistanê neanî ziman. Helwêsta herî dijber ew e: Niha ne dema ragihandina serxwebûna Kurdistanê ye. Konjuktura herêmî – cîhanî niha dest nade. Aliyên nermtir diyar dikin: Rêz li vîna Kurd / Kurdistanê digrin, lê bere demek gûncavtir ji serxwebûnê re were diyar kirin.Serokatiya Siyasî ya Kurdistanê bi biryara xwe ya ragihandina referendûma serxwebûna Kurdistanê – dîroka rastiya Kurd / Kurdistanê ji nû ve, liser bînameya rasteqîn a neteweyî û mafdar, dadwer, rewa… bi hemû awayên rastiya xwe – ji nû ve nivîsand. Ew egerên ku, wekî ne dem e, tevgera navneteweyî li dij terorê lawaz dibe, konjuktur ne giha ye, bi helwêsta xwe ya dadwerane, mirovane û zanyar pûç kir.Egera herî zelal a dijberiya referendûma serxwebûna Kurdistanê, lawazbûna tevgera navneteweyî li dij terorê ye, ku Iraq yekgirtî baştir dikare şerê terorê bike.Erê, Pêşmergeyên Kurdistanê, qehremaniya xwe ya mezin nîşanî tevayiya cîhanê kirin. Erê, xwînxwartirîn rêxistina terorê şikandin, Erê, liser navê mirovayiyê bûn parêzvanê nirxên tevayiya hestên insanî, demokrat, Erê, fenomena DAIŞ kirin binerdê!… Lê, Pêşmergeyên Kurdistanê, di destê yekem de, wekî parêzvanê milletê xwe, welatê xwe, kerameta gel û neteweyê xwe ev erk bicîh anîn. Ev sirûşta Pêşmerge ye, parastina Kurdistanê! Ev 100 sal in Pêşmerge ev rastiya xwe nîşanî gel û welatê kiriye. Cîhana derve bi awayek gelamperî, niha ev rastiya Kurdistanê û Pêşmerge naskir!Rastiya Iraqê jî li ber çavan e. Ger dewletek bi navê Iraqê hebûya, ger Artêşek rasteqîn ya vî welatî hebûya, ger parêzvanên rasteqîn ya vî welatî hebûya, ne Mûsil diket, ne DAIŞ ji nîvî zêdetir ev welat dagîr dikir, ne ev bela dihat serê tevayiya mirovayetiyê. Ev yek hemû pêkhatin, jiber ku li Bexdayê gendelek wekî Malikî û tayifên wekî wî serdestiya vî welatî dikin, û ne mafê kesî ye, welatekî ye, ku Kurd / Kurdistan hevpiştê vê dewleta têkçûyî bin!Ji vê rastiyê, ev tablo derdikeve pêş – ger hesta parastina xak û welat hebe, ger hesta parastina ewleyî û aramiya civat û netewe hebe, ger hesta parastina pêkvejiyanê li ser erdê hebe, ger hesta dabînkirina pêşeroja asode li ser xaka welat hebe, hingî Parastina Pêşmerge tê famkirin!Li aliyê din, ger hesta mezhebî hebe, hesta taîfî hebe, hesta dijberiya pêkvejiyanê hebe, ger bawerî nebe, rastiya Iraq a rasteqîn derdikeve pêş.Ev her du tablo, her du rastî, li Iraqê hatin jiyandin / tên jiyandin!Kurdistanek Serbixwe, ji niha ve diyar kiriye ku, li herêmê û cîhanê dikare bibe warê ewle, aştiyane, dadwerane, pêkvejiyanê, demokrasiyê, avakirina modela dewletek xwedî şaristanî, mirovperwer, konsensûsek civatî / neteweyî ya modern li herêmê. Ev yek dikare bibe bîngeh ji serkeftina demokrasiyê li Rojhilata Navîn. Ev rastiya Kurdistanê ye! Serokatiya Siyasî ya Kurdistanê ev nimûne raxistiye ber çavê cîhanê. Ne pejirandina rastiyê ye, ger neteweyêk wekî yê Kurd / Kurdistanê, liser xaka xwe wekî kole bijî! çîna duyem liser xaka xwe be! Nikaribe birayarê liser xak, welat û pêşeroja xwe bide! Cîhan divê ligor pîvanên mirovperwerî, nirxên rewa, nêzîkahiyek qayim û serwer bi Kurdistanê re tevbigere. Ev di berjewendiya Kurdistanê, herêmê û cîhanê de ye jî. 

Back to top button