Civak

Nîvê encûmena PKKê li Şingalê tevlî Heşda Şeibî bûne

Çîroka çûna kurdên êzidî ya ji bo nav Heşda Şeibî hê jî berdewame. Berpirsekî kurdê êzidî îdîa dike, ku zêdetirî 800 kurdên êzidî bûne Heşda Şeibî. Lê berpirsê Asayîşa Şingalê dibêje, hejmara wan derdora 320 kesan e.Piştî ku Heşda Şeibî ji bo rizgarkirina navçeyên kurdî yên li başûrê Şingalê operasyonek da destpêkirin û ev herêm kontrol kirin, hejmareke zêde yê kurdên êzidî çûna nav refên vê hêzê.Piştî, ku PKK hate Çiyayê Şingalê, hêzekî bi navê Yekîneyên Berxwedena Şingalê (YBŞ) avakir. Ev hêz ji kurdên êzidî pêk dihat û hejmara wan nêzîkî hezar û 500 şervan bûn. Lê piştî operasyona Heşda Şeibî ya li başûrê Şingalê, beşêk ji wan dest ji PKKê berdan û bûne Heşda Şeibî.Li gorê pêdaçûnên Rûdawê, ji sedî 75ê ew kurdên êzidî yên çûne nav Heşda Şeibî, berî endamên YBŞê bûn. Hinek ji wan pêşmergeyên YNKê û herwiha ji sedê 20ê wan jî pêşmergeyên Hêza Parastina Êzidxanê ya di bin fermandariya Heyder Şeşo de bûn.“Ew dixwazin hizra Apo bi ser ola me de bisepînin” Piştî operasyona Heşda Şeibî, mixtarê gundê Koço û serokê eşîreta Mendekan a kurdên êzidî Nayif Casim çû nav hêzên Heşda Şeibî û di bin serpereştiya wî de yekîneyeke bi navê Yekîneya Êzdîxan hate avakirin.Çûna êzidiyan a nav refên Heşda Şeibî, ji encûmena PKKê ya bi navê Encûmena Avakirina Şingalê re pirrsgirêk avakir. Lewma PKK neçar ma karmend û endamên nû ji bo vê encûmenê erkdar bike.Endamê berî yê Encûmena Avakirina Şingalê Xwedêda Cuku, ku niha di nava Yekîneya Êzidxanê ya Heşda Şeibî de berpirs e, ji Rûdawê re got: “Hêdî hêdî ji bo me zelal bû, ku ew dixwazin hizra Apo bi ser ol û baweriya me de bisepînin. Lewma min biryar da herim nav Heşda Şeibî.”Xwedêda Cuku kesayetekî diyar ê nav Encûmena Avakirina Şingalê bû, pesna hêzên Heşda Şeibî dide û dibêje: “Ez bi bawerî bûma Heşda Şeibî, ji ber ku ew herêmên me rizgar diki û radestê me dikin da ku em bixwe birêve bibin. Ti tiştekî li ser me ferz nakin.”Serokê encûmenê hate guhertin PKKê li mijdara sala 2014ê de li Şingalê Encûmena Avakirina Şingalê damezrand. Wê demê hejmara endamên vê encûmenê 35 kes bûn. Lê niha nîvê wan çûne nav Heşda Şeibî. Lewma endamên nû ji bo vê encûmenê hatine destnîşankirin û serokê wê jî hate guhertin.Serokê nû yê Encûmena Avakirina Şingal Husên Hacî ji Rûdawê re got: “Endamên nû yên encûmenê dest bi kar kirin. Di çend rojên derbasbûyî de me ligel berpirsên PKKê çend civîn pêkanîn. Em li hêviyê ne ji bo avakirina Şingalê karên baş bikin.”Li ser çûna şervanên YBŞê ya ji bo nav rêzên Heşda Şeibî, Husên Hacî got: “Bi temamî nizanim ka çend şervan çûne, lê ji bilî şervanan endamên partîyan û pêmerge jî çûne nav Heşda Şeibî.”Beriya salekî fermandarekî diyar ê YBŞê yê bi navê Xal Elî, ligel 100 kurdên êzidî çû nav refên Heşda Şeibî. Piraniya wan şervanên YBŞê bûn û di nav Heşda Şeibî de ji wan re hêzeke bi navê Laleş hate avakirin.“800 kurdên êzidî çûne nav Heşda Şeibî” Derbarê hejmara kurdên êzidî yên çûne nav Heşda Şeibî de Xwedêda Cuku dibêje: “Heta niha 800 kurdên êzidî çûne nav Heşda Şeibî. Her roj xortên êzidî hewl didin peywendî bi Heşd ve bikin. Lê YBŞ û pêşmerge rê nadin wan.”Lê Rêveberê Asayîşa Şingalê Qasim Simo vê hejmarê rast nabîne û diyar dike: “Li gorî amarên berdestê me, heta niha 320 kurdên êzidî çûn nav Heşda Şeibî. Piraniya wan jî berî şervanên YBŞê bûn. Herwiha berpirsê komîteya YNKê yê Şingalê Qasim Şivan jî ligel 120 kesan bûye Heşda Şeibî.”Li gorî gotina Qasim Simo, berpirsên Heşda Şeibî ji êzidiyan nîgeran û bi guman in. Çimkî ew êzidiyên çûne cem Heşda Şeibî, berî xwe weke “nûnerê piraniya êzdiyan” dabûne naskirin. Lê piştî rizgarkirina wan herêman, eşker bûye ku li pişt wan girseyekî mezin nîne û kes venegeriyaye navçeyên wan.Simo dibêje: “Nêzîkî 150 kesên ku çûbûne nav Heşda Şibî, poşman bûne û vegeriyane.”Rûdaw

Back to top button