Polîtîk

Em di serî de spasiya pêşmergeyên qehreman dikin

Tevgera Ciwanên Kurdistanê, ji bo diyarkirina roja referanduma serxwebûnê daxûyaniyek belav kir. Daxûyani:


Piştî diyarbûna tarîxa referandoma serxwebûna Kurdistanê di warê piştgiriyê û dijîtiyê de gelek peyam hatin weşandin. Her aliyek li gorî berjewendiyên xwe mijarê nirxand.

Ji bo em karibin gavên sexlem biavêjin helbet pêwîst e em nêrîn û planên aliyan bizanibin. Dema em xeteriyan bizanibin, emê karibin tedbîran jî bigirin. Lê mijara herî girîng ew e ku em xwedî planeke çawa ne?

Niha dewletên dagirker bi taybetî bi rêya pîyonên xwe amade ne ku midaxeleyê Kurdistanê bikin û destkeftiyên heyî jî têk bibin. Roja referandomê û roja îlankirina serxwebûnê her ku nêzîk bibe wê hewldanên wan jî zêdetir bibin. Loma divê em bizanibin ku piştî referandomê wê karê me neqede û ewê rojên xweş dest pê nekin. Bileks wê demê rojên zehmettir wê li pêşiya me bin. Divê em jî li gorî wê amadekariyên xwe bikin.

Em her amade ne ku ji bo astengên li pêşiya dewletbûna Kurdistanê ji holê rabin çi bikeve ser milên me bikin. Nabe ked û xebata sedsalan û ew qas xwîna ku hatiye rijandin bibin qurbaniya polîtîkayên şaş û hestiyarî.

Di dîtina van rojan de rola herî mezin Pêşmergeyên qehreman lîstin. Em di serî de Pêşmergeyên qehreman spasdarê hemû kes û aliyan e ku di amadekirina vê rojê de keda wan heye. Dîsa em bejna xwe bi rêzdarî li ber hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

11.06.2017

Back to top button