Nivîsar

Nexweşiya derûnî ya Bafil Talebanî heye

Nexweşiya derûnî ya Bafil Talebanî heye.

 Bafel Talebanî niha ji bo kontrolkirina kiryar, tevger  û axaftina xwe dermanên aramiyê dixwe. Ew gelek caran  serî li alkehol û dermanan jî dide.

 Rewşa wî ya  derûnî pir xerab e, bi çavên dijminatî li derdora xwe dinêre wehmê serê wï girtiye  ji ber vê yekê jî her dem wisa hizir dike ku ji kesên nêzîkê wî ji bona tinekirina wî komployek heye, bi şev bi çek ve dirazê bi awayekî dema dirazê demanceya wî din balgeha wî daye.

 Berê jî heman nexweşiya wî hebû, lê ne di rewşa niha de bû, nemaze piştî hewla jehirkirina wî rewş wî ya derunî gelek metirsîdar bûye .

 Ya ku herî zêde wî aciz dike û derûna wî têkdide şikestnên wî yên li hember dijberên wî ne.

 Reva Ejî Emîn û hin berpirsên dezgeha îstixbaratê, belavbûna dosyayên hestiyar ên dezgeha îstixbaratê û eşkerekirina kiryara terorîstî ya Dijeterorê li Hewlêrê, ew gelek êşandiye û rewşa wî ya derunî birîndar kiriye.

Niha ew di rewşekê daye ku bawerî b xêzana xwe jî nemaye û heta ji pîreka xwe jî ditirse

 Wî zêdetir ji cûreyên nexweşiyan hene di nav wan de nexweşiya kesayetiya paranoîd, psîkosomatîk, fobiya tirsê, nexweşiya kesayetiya êrîşkar a pasîf, nexweşiya obsessive-mecbûrî, hwd.

 Tişta herî baş ew e ku ew gelek caran avê vexwe, ji bo ku stresê jê derbikeve, werzîş ji bo wî pir girîng e, nemaze bazdan.

 Ji alkol, xwarin û vexwarinên şêrîn dûr bikevin, zû nivstin û zû rabûn.

 Heger baweriya wî bi Xwedê hebe, guhdana Quranê hêzeke baş dide wî.

 Dema bi kûçik û pisîkan re derbaskirin ji bo wê pir girîng e.

 Hilmijîna bêhna hewayê  nêzîk daran pir bi bikêrî wî  tê.

 Armanc ji van rêbazan parastina mirovan e, ji ber ku her kiryar û tevgereka ji vî kesî re dikare metirsiyek cidî li ser jiyana mirovan çêbike, ji ber ku rewşa derûnî ya wî pir metirsîdar e.

 Hêvîdar im di vê demê da kes wî rexne neke û êrîşî ser wî neke û şerê derunî pê ra neke ji ber ku, pêwîstiya wî bi alîkariyê heye, mirov dikare tiştekî bike ku kesayet û deruna wî biguhere.

 Zanko Burhanê

 26.10.2022

 Telegram @zankoburhan

Back to top button