Polîtîk

Herêma Kurdistanê sersaxiyê li Koreya Başûr dike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser di cejna Pîrhevokan de li Kore ya Başûr li serbajar Seûlê, di dema meşê de 146 kes bi sedema îzdîhamê jiyana xwe ji dest dan, sersaxiyê dan Korê. Nêçîrvan Barzanî di ser hesabê xwe yê Twitterê de peyamekî weha belav kir:

“Li ser navê Herêma Kurdistanê, bi sedema di cejna Pîrhevokan de, li payîtext Seûlê bi dehan kes bi awayekî trajîk jiyana xwe ji dest dan, ji bo xelkê Kore ya başûr û hukumeta wê taziyeyên xwe yên ji dil û can radigihînim. Fikr û diayên min ji bo malbatên candayiyan û kesên nêzî wan e.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di ser hesabê xwe yê medya civakî de, di belavkirina peyama xwe de weha got:

“Ez bi wefatên trajîk yên li Seûlê de, yên di dema pîrozkirina cejna Pîrhevokan de ku gelek kes jiyana xwe ji dest dan, gelek xemgîn bûm. Di vî wextê zor zext de hiş û ramanên min bi xelkê Kore re ye.”

Back to top button