Polîtîk

Newzad Hadî baştirîn walî û Asos Necîb baştirîn wezîr e

Kovara Rêçke ku li bajarê Silêmaniyê derdikeve, wek baştirîn parêzgar li ser astê Kurdistan û İraqê xelata rêzgirtinê da Newzad Hadî waliyê Hewlêrê. Herwiha wek wezîra herî çalak di kabîneya şeşem a hikûmeta herêma Kurdistanê de xelata rêzgirtinê da Asos Necîb wezîra kar û karûbarên civakî. 

Bexşîna vê xelatê li ser bingehê rapirsiyeke kovara Rêçke bûye. Li gor rapirsiyê, ji sedî 83ê beşdarvanan Newzad Hadî wek baştirîn û karatirîn walî li ser astê Kurdistanê û hemû İraqê hilbijartine. Herwiha Asos Necîb wezîra kar û karûbarê civakî ya hikûmeta herêma Kurdistanê jî wek wezîra herî çalak di kabîneya şeşem de ji aliyê beşdarvanan ve hat hilbijartin.

Back to top button