Polîtîk

Hisên: Qonaxa duyem a reforman dest pê kir

Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku, qonaxa duyê ya projeya reforman serokê herêma Kurdistanê , ragihandina stratejiya reformê ya li herêma Kurdistanê ya di maweya 3 mehên dahatî de ye.

Fuad Hisên di heqê qonaxa duyê ya projeya reformê ya serok Barzanî de ji AKnewsê re got:
–  Qonaxa yekê ya karên pêkanîna reformê li herêma Kurdistanê dê di dahatiyê de jî dom bike. Niha dest bi pêkanîna qonaxa duyê hatiye kirin ku temamkerê qonaxa yekê ye.

Hisên da xuyakirin ku di qonaxa duyê ya pêkanîna reforman de, dê plana stratejiya reforman bo xelkê Kurdistanê bê ragihandin ku, niha karên wê qonaxê dest pê kiriye û çend komîsyon jî hatine pêkanîn.

Serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê got:
– Piştî lêkolîn û gotûbêjkirinê dê guherîn di karê qonaxa yekê de bê kirin û ev guherîn dê bibin bingeha sereke ya reformên li Kurdistanê yên di warên îdarî, guherîna berpirsên hukmî, bazirganî, perwerde, veberhênan, tenduristî, derman, aborî û yasayî de. 

Hisên diyar kir ku niha karê qonaxa duyê dest pêk iriye û di maweya 3 mehên dahatî de plana stratejîk dê bê amadekirin û bo xelkê Kurdistanê bê ragihandin.

Şemiya borî serokê herêma Kurdistanê di beyanameyekê de encama yekê ya projeya xwe ya reforman li herêma Kurdistanê aşkere kir ku Newroza 2011ê ragihandibû

Back to top button