Polîtîk

Stockholm: Xwepêşandan li dijî rejîma Suriyê

Gelên ku îro di nava sînorên dewleta Suriyê de dijîn, weke Asuri/Suryanî, Kurd, Ereban, ji 15 adarê heta niha li dijî rejîma Suriyê xwepêşandanan pêk dihênin. Daxwazî û armanca wan, pêkanîna reformên demokratî û azadiyê li Suriyê ye.

Li gorî rapora dezgeha mafê mirovan Amnesty International ê, heta niha di xwepêşandanan de 1300 kes bi destê rejîmê hatine kûştin, 13 700 kes hatine girtin û 1900 kes jî winda ne.

Ji bo ku em dengê xwe li dijî helwêsta rejîma Suriyê bilind bikin, ji bo daxwaziya reformên demokratî û azadiyê li Suriyê, em we vedixwînin xwepêşandana li Stockholmê. Beşdarbûna te dê dengê me bilind û hêza me xurtir bike.

Hûn bixêr bên.

Cihê xwepêşandanê: Mynttorget, Stockholm, Dem: 19 hezîran 2011, saet 13.00

EuroKurd News

Back to top button