Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kudistanê, di hevpeyvîneke xwe de digel rojnameya Hewlêr, têkeliyên herêma Kurdistanê digel cîhana derve, rewşa nûneratiyên hikûmeta herêma Kurdistanê li derve, giringiya hebûna konsolxane û nûneratiyên welatên biyanî li herêma Kurdistanê û çend pirsên din zelal dike.
Di bersiva pirsekê de ka çend nûneratiyên hikûmeta herêma Kurdistanê li derve hene û çend nûneratiyên biyanî li Kurdistanê hene, Mistefa dibêlje:
– Hijamra nûneratiyên biyanî li Hewlêrê zêdebûye û nuha 20 welatên biyanî nûneratiyên xwe li herêma Kurdistanê bi awayekî fermî vekirine. Hindek ji wana konsolxane ne û hindekên din jî ofîsên bazirganî û yên din jî konsolxaneyên fexrî ne. Gelek welatên din daxaz kiriye ku konsolxane yan jî ofîsên bazirganî li Hewlêrê vekin û nuha amadekarî jê re tê kirin.
– Di çarçoveyê jinûverêxistina nûneratiyên hikûmeta herêma Kurdistanê li derve, nuha hikûmeta herêma Kuridstanê li 12 welatan nûneratiyên xwe hene. Lê mixabin heta vê demê jî li tu welatên erebî nûneratiyên hikûmeta herêma Kurdistanê nînin. Tê çaverê kirin ku di demek nêzîk de Felestîn û Îmaratên Erebî nûneratiyên xwe vekin. Herwesa Lubnanê jî demeke birayara vekirina konsolxaneya fexrî daye.
Di bersiva pirsekê de ka gelo hikûmeta Îraqa federal astengiyan jê re dirust dike, Felah Mistefa dibêje:
– Divê realîst bifikirin û pêşbîniya zêdetir bikin. Sîstema hukimdariya Îraqê piştî jinavçûna rijêma berê dest pê kiriye. Divê em gavên xwe hêdî pavêjin daku aliyê beramber ew relîteya heye qebûl bine û lihevtêgihîştin hebe. Em gav bi gav digel wezareta derve ya Îraqê diçin. Divê wê rastiyê jî bêjîn ku wezxareta derve ya Îraqê alîkariyek baş kir heta ku wan welatan li herêma Kurdistanê nûneratiyên xwe vekirin.
Peywendiyên herêma Kurdistanê digel welatên erebî û ka gelo bername heye nûneratiyan li welatên erebî jî vekin?
– Belê, me bername heye, lê pêwîstî bi amadekarî û rêxweşkirinê heye. Em dixazin ji wan welatên erebî dest pê bikin yên ku di warê siyasî û abûrî de cîyekê bihêz heye û revenda kurd jî lê hebe. Em dixazin fêdey ji bendên destûrê werbidirin û nûneratiyên xurt, li wan welaytên em dixazin nûneratiyan lê vekirn, damezrînin. Li wan welatên nûneratiyên me lê tune ne, em dixazin di çarçoveyê sefaretxaneyên Îraqê de nûneratiyên me hebin û maf û berjewendiyên herêma Kurdistanê biparêzin.
Li gor hindek îstastêka, 60 hezar penaberên kurd ji aliyê welatên Ewropayê ve bo Kurdistanê dê bi zorê bên vegerandin, helwesta hikûmeta Kurdistanbê çiye?
– Ev pirs pirseke berdewam ya navbera me û wan welatên dixazin peneran bizorê vegerînin e. Ez dixazim di vî warî de çend rasteykan ber çav bikim:
Yekem: Hikûmeta herêma Kurdistanê tu rêkeftin, ne nihênî ne jî eşkere, digel wan welatên dixazin penaberan bizorê vegerînin îmza nekiriye.
Duyem: Em bi tu awayê nabib beşek ji bernameyekî ku ziyanê bigihîne hevwlatiyên me, revenda kurdistanî û penaberên kurd. Divê em hurmetê ji qanûn û rêkeftinên navdewletî bigirin. Em ne welatekî serbixwe ne het bikarîn rêkeftina bi welatan re îmaza bikin. Îraq weke welatekî serbixwe xwediyê serweriyê ye, rêkeftin îmza kiriye û em nebeşek in ji wê rêkeftinê nabên beşek jî jê.
Felah Mistefa di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Hewlêrê re dibêje ku ew dizanin ew penaberên îûyne derve mal û pereyekî mezin di wê rê de serif kiriye û rastê rewşa nefaî ya nexweş hatine, nab enuha ew bi destê vala vegerin. Mistefa dibêje ku ew dê bi rêya hikûmet û parpamentoyê bixebitin ku zixtê li ser wan welatan dirust bikin ku penaberan bizorê venegerînin.