Newroz hêvî ye, vejîn e!

Newroz hêvî ye, vejîn e! Newroz mizgînîya buharê ye, mizgîniya rojên xweş e. Ev e duhazaran car e, Newroz bi buharê re, tê axa bav û kalan.Newroza pîroz, di gel qetlîam û barbariya ku gelên me rû bi rû ye, tu bi xêr hatî!Di gel zulm û zor, kuştin û talan, tade û zordarî, qetlîam û jenosîdên bi hezaran sal, Newroz her sal bi hêvîyên teze tê Kurdistana şîrîn.Kîmyabarana dîktatoriya Saddam a Helebce ku 5000 zarok, jin, kal û pîrên me ji nav me bir, dîsa nikaribû pêşî li Newrozê bigre. Îsal qetlîam û îşxala Efrîna Çiyayê Kurmênc wê dîsa nikaribe agirê Newrozê bitefîne.Newroz hêvî ye, vejîn e, ji nuh ve jiyan e, mizgînîya rojên xweş e. Ne qetlîam, ne kuştin, bi hemû çek û leşkerên xwe ve mêtingehkarên welatê me, ew ê tu carî nikaribe miletê Kurdistanê ji daxwaz û hêviya wî ya welateke azad û jiyaneke bextewar dûr bixe. Heta ku em li ser axa xwe, wek mirovên serfiraz nejîn, emê her û her zarok û neviyên xwe bi sitranên azadîyê mezin bikin.Em bi van hestan wek piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê li Ewrûpayê, Newroza hemû gelê Kurdistanê û hemwelatiyên me yên ku îro li welatên Ewrûpa dijîn, pîroz dikin.Bijî NewrozBijî KurdistanPAK- Ewrûpa (Rêxistina Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê li Ewrûpayê)

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: