Kultur

Newroz bi coşek mezin hate pîrozkirin

Îro li seranserê Kurdistanê Newroz bi coşek mezin hate pîroz kirin. Li Başûr bi milyonan kurd ji bo aheng û pîrozkirina newroze derve bûn. Li Bakûrê Kurdistanê li Dyarbekirê bi sedê hezaran insan tevlî pîrozbahiya newrozê bûn .Li Rojhilat newroz li gelek deveran  hate pîroz kirin. Desthilatdariya Îranê li hinek deverên Kurdistanê pîrozbahiyên girsehî qedexe kirin.

Li Rojavayê Kurdistanê,  hêzên ewlehiya Suri asteng pîrozbahiya newrozê re çêkirin. Li gora ragihandinê li bajarê Reqayê encama êrîşên hêzên ewlehiya Suri du kurd hatin kuştin û nêzikî 50 kesî jî bîrîndarin.

 

Back to top button