Cîhan

Neteweyên Yekgirtî: Xwarina nîvê nîştecihên Rojavayê Kurdistanê tûne

Rojavayê Kurdistanê li qeyraneke mirovî ya mezin daye. Rapora dawî ya Neteweyên Yekgirtî di derbarê rewşa mirovî de dibêje: Xwarina ji nîvî zêdetirê nîştecihên Rojavayê Kurdistanê û çareseriya tendirustiya wan ya pêwîst tûne.

Ev nirxandin berî du mehan bû û niha Neteweyên Yekgirtî pêşbînî dike rewş xeraptir jî bê. Yek ji sedemê serekiyên xeraptirbûna rewşê biryareke berî şeş mehan ya Encûmena Asayîşa Navdewletiye ku rê li wê yekê digre Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên mirovî li rêya xalên tixûbî hevkariyê veguhezin Rojavayê Kurdistanê.

Niha Neteweyên Yekgirtî daxwaza vekirina xalên tixûbiyan bi taybetî jî ya Tilkoçer dike.

Back to top button