Polîtîk

Nemsa jî ji bo alîkariya Kurdistanê amadeye

Li dirêjahiya ragihandina palpiştiya welatên Ewrûpayî ya ji bo Serok Barzanî li şerê dijî terorê êvariya îro pênçşem 14.08.2014 Sebastian Kurz Wezîrê Derveyê Nemsa(Awusturya) li rêya telefonê ve peywendî bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê re kir.

Li vê peywendiyê de Wezîrê Derveyê Nemsa nîgeraniya xwe û welatê xwe beranber rewşa xeraba koçberên rûdawên vê dawiyê ya Kurdistanê nîşanda û wê terorê şermezar kir ku ji aliyê terorîstan ve derheq bi xelkê Kurdistanê û pêkhatên wê li holê daye. Wezîrê Derveyê Nemsa palpiştiya welatê xwe ji bo Serok Barzanî û gelê Kurdistanê dûpat kir û ragihand ku roja înê civîna welatên endam li Yekîtiya Ewrûpaye û xwestiye berî beşdarîkirina civînê li rêya peywendîkirina bi Serok Barzanî agahdarî rewşa Kurdistanê bê bo ku bikarin li gel welatên Ewrûpa li ser çawayiya hevkarî û palpiştîkirina Kurdistanê rêkbikevin.

Li beranber da Serok Barzanî spasiya rola dîrokiya welatê Nemsa ya li hevkarî û dostayetiya gelê Kurdistanê kir û ragihand ji bo Kurdistanê cihê şanaziye ku bi nûnerayetiya cîhana azad şer li dijî terorê dike û pêşwazî jî li her cûre piştevanî û hevkariya serbazî û mirovî ku welatê Nemsa pêşkêşî gelê Kurdistanê bike û balkişand li ser rola qehremananeya Pêşmerge û ragihand ku piştestûrîn bi îradeya Pêşmerge û hîmeta gelê Kurdistanê ku hemû pêkhatên Kurdistanê û penaber û koçberan diparêzîn û li şerê dijî terorîstan de serdikevîn.

Di derbarê koçberan jî Serok Barzanî wê yekê bi Wezîrê Derveyê Nemsa ragihand ku ewê ji destê me bê ji bo yarmetîdan û hewandina wan dikin lê belê rêjeya koçberan yekcar zêdeye û li ser şiyanên Herêma Kurdistanê ye û pêwîste ku civaka navdewletî bi lezgînî bi hanaya koçberan bê.

 

Back to top button