Hevpeyvîn

Nemana rijêma Suriyê dibe hokarê serhildana şoreşê li Îranê

 

Ebdula Muhtedî sekreterê Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê dihevpeyvîneke xwe de digel rojnameya Heyat ku, bi zimanê erebî ji Londonê weşana xwe dike, dibêje ku, jinavçûna rijêma Suriyeyê dê bibe hokarê serhildana şoreşê li Îranê û hêzên opozisyona Îranê dikarin bêy hevkariya derve guhartinan li Îranê bikin

Muhtedî dibêje:

Beriya demekê hêzên opozisyona Îranê li welatê Swêdê konferensek li jêr navê; yekgirtin ji bona demokrasiyê li Îran, saz kir. Di konferensê de behsa wê yekê hat kirin ka çawa sud ji şoreşên welatên erebî bê wergiritn û guhertin li Îranê bên kirin.

Di komferensê de nûnerên partiyên netewî, liberal, çepe, kesik û hijmareke pisporên  amerîkî û berîtanî beşdar bûn û tekîd li ser xeteriya bernameyê etomiyê Îranê hat kirin. Heta nuha Amerîkayê biryar nedaye hevakriya opozisyona Îranê bike, lê kilîla encamdana guhertinan li Îranê hevkarîkirina hêzên opozisyone ye, ne encamdana êrîşên serbazî ye.

Sekreterê giştiyê Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê di berdewmiya hevpeyvîna xwe de dibêje:

Jinavçûna rijêma Beşar Esed dê bibe sedemê hindê ku, pirosesa encamdna guhertinan li Îranê zûtir dest pê bike. Gelên Îranê li ser encamdana guhertinan û bidawîanînê bi qonaxa cudahiya di navbera regez, mezheb û ol de ku ji aliyê rijêma Îranê ve tê birêvebirin, hevfikir in. 

 

Back to top button