Polîtîk

Li Dîlokê bombe teqiya: 8 kes mirin û 50 jî birîndar in

Li Dîlokê teqîn pêk hat. Di encama teqînê de 8 hemwelatiya jiyana xwe wenda kirine. Dîsa tê ragihandin ku, herî kêm 50 hemwelatî jî birîndar bûne. 

Bûyer, îro danê êvarê li navçeka Şehit Kamil a Dîlokê qewimîye. Li gor agahiyan seet di 19.50 yî de wesaîteke ku jije bombe kirine, birne li rawestgeha otobusan berdane. Dûra jî bi qumandayên dûr ve wesaîta bombeyî teqandinê. Cihê ku teqîn pêk hatiye, nêzika qereqola Karşiyaka a Dîlokê ye. Hin otobusên ku nêzika wesaîta hatiye teqandin bîne jî agir bi wan ketiye û ew jî şewitîne. Piştî bûyerê gellek ambulans û agirkujên şaredariyê çûne cihê bûyerê ku agir vemirînin.  

 

    

Back to top button