Karê Şêhristanî dijitiya Kurdistanê ye

Parlementerê kurd di parlementoya Iraqê de Azad Ebûbekir ê ser bi lîsta Hevpeymanîya Kurdistanî ve ji PNA re ragihand, ku ´´ Bê goman diyare ku Şehristanî ti karekê wî nemaye tenê ewe nebe ku kêmasîyan bo herêmê dirust bike, heger na çi pêywîst dike di ewî demê de behsa kêmkirina pişka bûdceya herêmê bike ku em ber bi ewê ve diçin ku kombûneka niştîmanî bihê sazkirin bo çareserkirina arîşeyan û alîyên siyasî jî bi awayekê hêwir bûne.´´
Azad Ebûbekir herwisa got: ´´Husên Şehristanî hemû rojekê qeyranekê bo herêma Kurdistanê dirust dike xêncî ewê çendê dema xwe ew rêje bo Kurd ku hatiye dan bi serpirestîya Hevpeymanan bûye û ji ber ewê çendê bûye ku serhejmarîya tewaw li Iraqê nebû û dê ew rêje heta encamdana serhejmarîyê be. Niha jî ku serhejmarî nehatiye kirin, dê çawan bûdceya herêmê bitê kêmkirin?´´
Ebûbekir herwiha da xuyakirin, ku ´´ewa ku Şehristanî dike tenê karteke fişarê ye û bo dijatîkirina herêma Kurdistanê ye, herwisa ji ber çav nerabûna wî li hember pêşkevtinên herêma Kurdistanê ye.´´