Polîtîk

Necmedîn Kerîm hêja parêzgarê Kerkûkê ye

Berpirsekî PDKê li Kerkûkê dibêje, li ser pirsa Kerkûkê gotûbêjên berdewam di navbera PDK û YNKê de hene ji bo ku lihev bikin, lê PDK naxwaze kesekî bêdesthilat bibe parêzgarê Kerkûkê û divê di serî de rewşa Kerkûkê bê normalkirin.

Cîgirê Serokê Encûmena Serkirdatiya PDKê ya Kerkûk – Germiyan Diyarî Husên ji malpera KDP.info re ragihand: “Sedema ku niha Kerkûk bê parêzgar e, ew e ku YNK bi xwe parêzgarê Kerkûkê ji karê wî dûr xist, tevî ku ew kes endamê polîtbûroya YNKê bû. YNK dixwaze parêzgarekî nû deyne lê em dibînin ku Necmedîn Kerîm hêj parêzgarê Kerkûkê ye.”

Diyarî Husên wiha got: “Eger parêzgarekî nû jî bê hilbijartin, dê di vê rewşa niha de ku Kerkûk dagîrkirî ye û serbazî li Kerkûkê desthilatin, dê ew parêzgar tiştek di destê wî de tune be. Niha ya girîng ne hilbijartina parêzgar e, ya girîng ku rewşa Kerkûkê bê normalkirin û piştî wê jî parêzgar bê hilbijartin.”

Wî berpirsê PDKê wiha domand: “PDK û YNK gotûbêjên berdewam bikin ji bo ku lihev bikin li ser pirsgirêkên di navbera xwe de. Niha kî bibe parêzgar dê ti sûda wî tune be û dê ti deselata wî nebe.”

Back to top button