Polîtîk

Nêçîrvan û Davutoglu hevdîtinek pêkanîn

Di çerçova serdana xwe ya Enqere de cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel  wezîrê derve yê Tirkiye Ahmet Davut oglu hevdîtinek pêkanî.

Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin ku, ew li Enqere temsîla Mesud Barzanî serokê Kurdistanê dike. Nêçîrvan ragihand ku ew bi kuştina 24 leşkeran xemgînin û got : Ez ji bo sersaxiyê li vêderêm e.

Barzanî da xuyakirin ku, ew sersaxiyê lê malbatên leşkerên jiyana xwe ji destdayîn dike, û got ku, nabê ev çelakî bibe sedemê têkçûna pêwendiyên Kurdistanê û Tirkiye.

Daxuyaniya xwe de Nêçîrvan Barzanî got ku, dê dema pêwist serokê Kurdistanê Mesud Barzanî serdana Tirkiye bike.

Back to top button