Civak
Nêçîrvan Barzanî:Hêvî dikim meha remezana pîroz bibe derfeta çareseriya kêşeyan
Bi minasebeta hatina meha Remezanê serok Nêçîrvan Barzanî daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ragihand û meha Remezanê pîroz kir.
Daxûyaniya serokê herêma Kurdistanê:
Ez bi germî hatina meha Remezanê li hemû misilmanên Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Ez ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku xêr, xweşî, aramî û rehetiyê bîne û rojî û îbadetên her kesî qebûl bike.
Bila em hemû bi hevre vê meha pîroz bikin derfetekî ya lihev lêborînê û xweşîyê navbera hemû pêkhatinan de û herweha em hemû bi hevre hewlbidin bo çareserkirina keşayan , yekrêziyê û karên hevbeş. Daku em bi hevre bikaribin kêşeyan çareser bikin û nakokiyan ji holê rakin. Ev yek dê bibe xizmeta baştirin ji bo Kurdistanê û emê bi vê yekê bikaribin berjewendiyên bilind ên gelê me biparêzin.
Xwedê her kesî bi rehma xwe biparêze.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2023/3/