
Dr Berhem Saleh Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê di derbarê civîna îro ya li gel Nêçîrvan Barzanî kandîdê raspardî ya ji bo pêkanîna Hikûmetê ragihand bi eşkere me axaft û bi hurî me behsa pêvajoya pêkanîna Hikûmetê kir.
Li civînê de Dr. Berhem Saleh got: “Xweşhalîn ku me pêşwaziya Kak Nêçîr û şanda li gel kir, civîna me eşkere bû û bi hurî me behsa pêvajoya pêkanîna Hikumetê kir, me ragihand ku em dixwazin wekî YNK beşdar bibîn li Hikumeta paşarojê û hevkar bîn heta li vê qonaxa pêş de pêkve bernameya bergirîkirina li Herêma û sûd wergirtina ji van derfetên hatine pêş ji bo gelê Kurd li navçeyê de hevkar û hemaheng bîn.
Heman demî de jî Nêçîrvan Barzanî got: Civîna me dur bû ji gengeşeyê. Em bawerin wekî hêzekî bandor ya li qada Kurdistanê li van çend salan de pêkve li gel YNK me xebat kiriye û destkeftên mezin ji bo mîllet pêkaniye. Civîna me ya îro gelek eşkere bû û dûr bû ji gengeşeyê û me behsa qonaxa nû ya piştî hilbijartinê kiriye û me tekez li ser peymana stratejiya navbera xwe kiriye û PDK pêve girêdayiye. Em xweşhalbûn ku YNK biryara beşdarîkirina Hikumetê daye