Polîtîk

Barzanî û Mistefa: Nêrînên me nêzîkî hevdû ne

Êvariya îro piştî civîna li gel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê şanda danûstandinkara Partiya Demokrata Kurdistanê bi Serokayetiya Nêçîrvan Barzanî li bajarê Silêmanî serdana avahiya serekiya Tevgera Goran kirin û piştî civînê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî û Newşîrwan Mistefa ve civîneke rojnamevanî hate sazkirin.

Li destpêka civîna rojnamevaniyê de, Newşîrwan Mistefa Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran ragihand ku civîna wan erênî bû, nêrînên xwe yên li ser çawayiya pêkanîna Hikumetê kirin û komek xalên hevbeş hene ku dikarin li çar salên paşarojê de bîkin bingeha kar.

Paşê Nêçîrvan Barzanî tekez li ser erênîbûna civînê kir û got: “Civîna me baş bû, me behsa çar saliya paşaroja Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û nêrînên me li gel Tevgera Goran nêzîkî hevdû ne.

Back to top button