PolîtîkRojev

Nêçîrvan Barzanî:Baştirîn yad, wefadarî û rêz ji bo canê şehîdên Helebçe yekrêziye !

Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta 34 salemîn salvegera komkujiya Helebçe peyamek ji bo Raya gIêtî ragihand. Serok Nêçîrvan Barzanî dibêje: Baştirîn yad, wefadarî û rêz ji bo canê şehîdên Helebce û temama Kurdistanê, ewe ku hemû hêz, alî û pêkhateyên Kurdistanê yekrêz û hevgirtî bin…

Peyama serokê herêma Kurdistanê:

Îro, 16 ê Adarê, em gelek bi rûmet bîranîna zêdetir ji 5 hezar şehîdên Helebce dikîn û bejna xwe li hember canê wan yê paqij diçemînîn. Ew berî 34 salan, di yek ji tirsnaktirîn tawanên dîrokê da, bûne qurbanê destê rejîma hîngê ya Iraqê ku bi çekê kîmyayî yê qedexekirî, bi hovane komkujî kirin, bi hezaran jî birîndar û derbeder bûn ku her yek ji wan çîrok û serhatiyeka xemgîn heye.

Karesata kîmyabarana Helebce, bo heta hetayê sembola miletekê sîtemlêkirî û qurbaniye ku, bi tenê tawana wan ew bû li ser axa xwe ya resen û li jêr asmanê xwe da, daxwaza jiyan, azadî û dadweriyê dikirin. Miletek ku roleka mezin di dîrok û şaristaniya deverê da lîstiye û hertim destê dostaniyê, mirovperweriyê, aştiyê, pêkevejiyan û lêborînê ji hemûyan re dirêj kiriye.

Kîmyabarana Helebce, hewleka din ya beravêtî û bêencam ya tawanbarên dîrokê bû ku dixwestin îradeya polayîn ya gelê Kurdistanê ya ji bo azadî û serfiraziyê pê têkbişkînin, lê belê wek hertim bi xweragirî maye û îradeya ji bo jiyanê, rabûnê ve û berdewamiya gelê Kurdistanê, xeyalên wan şikandin û ji bo jiyan, azadî û serfiraziyê kete ve ser rê.

Ji bo Helebçe di rêzgirtin……

Divê di hemû waran da zêdetir xizmeta Helebce bê kirin û di vê bîranînê da, em daxwaz dikîn ku dewleta Iraqê wek erk û pêgiriyên xwe yên yasayî, malbat û kesukarên şehîdan, ew qurbaniyên hêşta di jiyanê da mane û jîngeya Helebceyê qerebû bike û êdî nehête piştguh xistin, hemû pêngavên biparêzgarbûna Helebce temam bike, da ku bi wî awayî, kêm jî be, ji xemên wan kêm bikîn.

Her wisa, em daxwazê ji civaka navdewletî û cîhana pêşketî dikîn ku, di nav xebatên berdewam da bin ji bo hindê rê nehête dan ku karesata Helebce li çu ciyên din li ser erdî dubare bibe û çekê komkuj û berhemanîna wî bi yekcarî û bi temamî bihête qedexe kirin û bi hemû awayan rê li bikaranîna wî çekî bihête girtin.

Em careka din dupat dikin: Baştirîn yad, wefadarî û rêz ji bo canê şehîdên Helebce û temama Kurdistanê, ewe ku hemû hêz, alî û pêkhateyên Kurdistanê yekrêz û hevgirtî bin û bi hevra kar bikin daku hemû mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bidest bixin û federalî û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê biparêzin, hemû alî jî dersan ji serborên dîrokê bibînin û ji bo niha û paşerojeka baştir bikîn rênîşander.

Silav û rehmet bo canê şehîdan.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
16.03.2022

Back to top button