CîhanPolîtîk

Dizeyî: Nêçîrvan Barzani û Putin hev dibînin

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand, îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li Moksowê dicivin û çend mijaran gotûbêj dikin. Dizeyî got, pêwendiyên Kurdistan û Rûsyayê giring in û diyar kir, Rûsya jî weke welatên din ên ewropî giringiyeke taybet dide pêwnediyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê.Sefîn Dizeyî ku tevî şandekê bi Nêçîrvan Barzanî re serdana Rûsyayê kiriye, ji Moskowê ve beşdarî weşana zindî ya bultena nûçeyan a Rûdaw TV bû û derbarê pêwendiyên navbera Moskow û Hewlêrê de agahî dan.Sefîn Dizeyî amaje bi serdana şandeke payebilind a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bo Rûsya kir û diyar kir: “Şanda Kurdistanê beşdarî ahenga Cejna Serkevtinê, ku ji bo Rûsyayê gelek giring û bi wate ye, dibe. Weke ku hun dizanin, ji gelek welatên cîhanê gelek serkirde beşdarî vê ahengê dibin.”Dizeyî herwiha amaje bi civîn û hevdîtina plankirî ya îro ya navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Rûsya Vladimir Putin kir û ragihand: “Di civînê de dê behsa geşedanên navçeyê û pêwendiyên Hewlêr û Moksowê were kirin.”Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir, “Kurdistanê pêwendiyeke dîrokî li gel Rûsya heye, heta pêwendiyên civakî jî hene, ew jî dibe sedem ku di paşerojê de pêwendiyên siyasî û aborî yên bihêz di navbera her du aliyan de hebin. Herwiha şirketên rûsî jî li Kurdistanê roleke mezin hene.”Sala bihorî di Konfransa Aboriya Saint Petersburg de, Nêçîrvan Barzanî û Vladimir Putin bo cara yekem civiyabûn. Civîna îro ya li Moskowê dibe duyemîn civîna her du serkirdeyan di heyama salekê de.Sefîn Dizeyî ji Rûdawê re got: “Piştî bûyerên sala bihorî ku hewl hat dan, Kurdistan bixin kuncikekê, bi zanayyiya serokwezîr û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêgeha Herêam Kurdistanê hat vegerandin û welatên weke Fransa û Almanya pêşwazî li serokwezîr kirin.”Dizeyî herwiha aşkere kir, ku “biryar e serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serdana welatên din jî bike”, lê amaje bi dem û welatên ku dê serdan bo wan were kirin, nekir.Di berdewamiya axavtina xwe de, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir, Herêma Kurdistanê dixwaze ku pêwendiyên asayî li gel hemû welatan hebe û diyar kir, ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê li ser hesaba ti welatekî din nîne.Derbarê pêwendiyên Kurdistanê li gel Amerîka, Ewropa û Rûsya û welatên din de jî, Sefîn Dizeyî got: “Li gel Amerîka, Rûsya û welatên cîran jî Herêma Kurdistanê pêwendiyên asayî hene, hevsengiyeke baş jî di pêwendiyên wê de heye.”

Balkêş e ?
Close
Back to top button