PolîtîkRojev

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîka metirsiya berdewam a DAIŞê li Iraq û Sûriyê gotûbêj kirin

Serokê Herêma Kudistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîka yê li Bexdayê Matthew H. Tueller civiya û di wê hevdîtinê de biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê ya derbarê yasaya petrol û gaza Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin. Barzanî got ku Herêma Kurdistanê dixwaze hemû kêşeyên ligel Bexdayê li ser bingeha diyalog û destûrê çareser bike.

Serokê Herêma Kudistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê 9ê Adara 2022ayn de li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Amerîka yê li Bexdayê Matthew H. Tueller şanda ligel kir.

Di şandê de Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê John Brinan, Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo karûbarên Iraq û Îranê Jennifer Givitto, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo karûbarên Rojhilata Nêzîk Ethan A. Goldrich, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê berpirsê kar û barên Şam û Sûriyê Matthew Pearl û dîplomatên Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li amade bûn.

Di civînê de pêşhatên Iraqê, metirsiya berdewam a DAIŞê li Iraq û Sûriyê, pêwendiyên Amerîka ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û herwiha biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê derbarê yasaya petrol û gaza Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Herwiha behsa xebatên çaksaziyê yên di nava Wezareta Pêşmerge û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê hat kirin.

Şanda mêvan amaje bi wê yekê jî kir, ku Amerîka bi rijd e li ser berdewamiya peywendiyên xwe yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, herwiha tekezî li ser giringiya hemahengî û piştevaniya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê di şerê li dijî DAIŞê de kir.

Di hevdîtinê de aliyan bal kişand li ser hemahengî û yekrêziya aliyên Kurdistanî yên li Bexdayê û amaje bi wê yekê kirin ku ev yek dê pêgeha Herêma Kurdistanê bihêztir bike û xizmeta berjewendiyên wan bike.

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku li Iraqê siyaset xetimî ye û got ku heta niha ti lihevkirinek di navbera aliyên siyasî de ji bo pêşdebirina proseyê pêk nehatiye.

Barzanî herwiha diyar kir ku derfeta başkirina rewşa welat heye û divê hemû alî li ser vê mijarê bigihin hevdengiyekê.

Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de spasiya hikûmeta Amerîkayê kir ku piştgîriya Îraq û Herêma Kurdistanê kiriye û dûpat kir ku ew dixwazin pirsgirêkên Herêma Kurdistanê li gel Iraqê li ser esasê diyalog û destûrê çareser bikin.

Herwiha mijarên weke azadî, mafên mirov û rewşa jinan li Herêma Kurdistanê û pêşhatên Sûriyê û navçeyê mijarên din ên civînê bûn.

ه‌ هه‌رێمى كوردستان، دوايين پێشهاته‌كانى دۆخى سووريا و ناوچه‌كه‌ به‌گشتى و چه‌ند پرسێكى جێى بايه‌خى هاوبه‌ش، ته‌وه‌رێكى ديكه‌ى كۆبوونه‌وه‌كه‌ بوو.


Back to top button