CîhanRojev

Serokkomarê Îsrail serdana Tirkiye kir

Serokkomarê Îsrail Isaac Herzog,li ser vexwandina serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan serdana Tirkiye kir û ji aliyê berdevkê serokkomariyê Îbrahim kalin ve li balafirxaneya Enqere hate pêşwazîkirin.

Li Qesra serokkomariya Tirkiye Erdogan bi rewrismek fermî pêşwaziya serokkomarê Îsraîl kir û piştre  hevdîtinên du alî destpêkirin. Piştî hevdîtinê herdu serokkomara konferansek rojnemevanî li darxistin.

Erdogan di konferansa rojnemevanî de got:

Em li ser bingehê berjewendiyên hevbeş û armancên hevbeş ji nûve pêwendiyên xwe pêşve dibin. Me da xûyakirin ku em di warê enerjiyê de hazirin ku, bi hevre kar bikin. Di van rojên dawî bûyerên  rûdidin giringiya Enerjiyê behtir dike.

 Erdogan got ku, dê wezîrên me yê derve û yê enerjiyê serdana Îsrail dikin.

Serokkomarê Îsrail jî axavtina xwe de got:  Pêwendiya di navbera gelên me de gelekî kevne. Mixabin salên dawî pêwendiyên navbera welatên me de demek teng re derbas bû. Îsraîl û Tirkiye di gelek waran de dikarin li gel hev kar bikin.

Wezîrê derve yê Tirkiye serdana îsrail dike,Armanca me ewe ku, em pêwendiyên dostane pêşve bibin. Di nav me de şirîkatiyek û cîraniyek baş ji bo me hemûyan girîng e.

Back to top button