Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser serkeftina hilbijartinan dike

Nêçîrvan Barzanî Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li parêzgeha Hewlêrê ligel hejmareke din ji berpirs û kadroyên PDKê civiya.

Di civînê de ku hijmareke endamên Mekteba Siyasî û Komîteya Navendî ya PDKê û berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê de amade bûn, behsa girîngiya şeşemîn rûniştina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê kir. Di vê derbarê de tekez jî li ser wê yekê kir ku lazime hemû hewldan û xebat li ser hemû astan were kirin daku proseya dengdanê bi awayekî baş birêve biçe û hilbijartin bi serkeve.

Di mijareke dinê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê ku divê helmetên hilbijartinan bi awayekî medenî birêve biçe û berpirs û kadro û girseya PDKê di hemû waran de bi yasa û rênmayên komîsyonê û aliyên peywendîdar pabend bin.

Di dawiya hevdîtinê de hejmarek ji berpirs û kadroyan têbînî û pêşniyarên xwe derbarê erk û erkên serxistina hilbijartinan û proseya dengdanê û helmeta hilbijartinan anîn ziman.

Back to top button