Cîhan

Li Swêdê salvegera referanduma serxwebuna Kurdistanê hate bi bîranîn

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê  sakvegera referandûma Kurdistanê pîroz kir

Di 21ê Îlona 2024an de, Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi hevkarîya rêxistinên hevkarên xwe, ji bo pîrozkirina referanduma Kurdî ku di 25ê Îlona 2017an de pêk hat, çalakiyeke bi heybet organîze kir.

Serokê FKKSê di çalakiyê de axavtinek kir û got:

Em spasiyên germ ji bo her kesê ku beşdar bûn û beşdarî kirin ji bo bîranîna vê rojê pêşkêş dikin. Hebûn û dilsoziya we ji bo kar û xebata me û civaka me pir binirx e.

Her wiha em spasiyên xwe pêşkêşî dengbêj û dengbêjên hêja yên gelêrî yên ku bi vê çalakiya me de, em kêfxweş kirin: Cûdî, Alî, Narîn Feqe, Gulistan Perwer, Pîrşeng û Zîlan Derman. Muzîka ku ji aliyê DJ Kurdo û enstrumentalîst Aras ve hat pêşkêşkirin, atmosfereke cejnê ya ku hemû amadebûyan kir yek.

Em jî dixwazin spasiyên xwe ji bo kesên k udi çalakiya me de rol leyiztine bînin ziman.bînin ziman

ji Kurdo Baksî û Asso Mukriyanî re wek pêşkêşvan û spasiya Kadir Kasirga, endamê Riksdagê(Parlemento) ya Swêdê, ji bo amadebûna wî.

Em li bendê ne ku xebatên xwe yên ji bo piştgirî û pêşvebirina çand û nasnameya kurdî û xurtkirina peywendiyên di navbera civatên kurd li Swêdê bidomînin.

Berzan Kockaya

 Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê.

Navenda Kurdên Diyaspora li Swêdê

Back to top button