Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel hejmareke nûnerên Sine yên li parlamentoya Îranê civiya û li gor nûnerekî Sine, Serokê Herêma Kurdistanê soz da ku di serdana xwe ya bê de bo Îranê, serdana parêzgeha Sine jî bike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro, 06/08/2021, ji bo civîna li gel Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf gihişt avahiya parlamentoyê û nûnera Merîwanê Şîwa Qasimîpûr û nûnerên Sine, Dîwandere û Kamêran Mehdî Ferşadan û Muhsîn Fethî di civînê de amade bûn.
Piştî civîna li gel Qalîbaf, Nêçîrvan Barzanî di giftugoyekê de li gel nûnerên parêzgeha Sine, tekezî li ser peywendiyên kultûrî, siyasî, aborî û perwerdehî yên Herêma Kurdistanê yên li gel parêzgeha Sine kir.
Nûnerê bajarên Sine, Kamran û Dîwandere Mehdî Ferşadan, li hejmara xwe ya torên civakî (Instagram) derbarê naveroka giftugoya li gel Serokê Herêma Kurdistabê ragihand, “Min Nêçîrvan Barzanî vexwend bo ku serdana parêzgeha Sine bike, wî jî vexwendina min qebûl kir û soz da ku di serdana bê ya bo Îranê de serdana parêzgeha Sine jî bike.”
Li gor gotina Ferşadan di wê giftugoya li gel Serokê Herêma Kurdistanê de çareserkirina pirsgirêkên veberhênan, pêşxistina hêla hesin (tren) ya Sine-Başmax bo Herêma Kurdistanê û pêşxistina peywendiyên zanistî û kultûrî, giftugo li ser hatin kirin.
Nûnera Merîwanê Şîwa Qasimîpûr jî derbarê giftugoya li gel Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, wan li ser navçeya serbest a bazirganî û pîşesazî ya Merîwan û Bane, pêdeçûn bo karkerên xelkê parêzgeha Sine li Herêma Kurdistanê ji wan jî bîmekirin, dayîna vîze, heqdestê guncaw, aliyê tendirustî û mirina hejmareke zêde ya wan karkeran, gotûbêj li ser hatin kirin.Nêçîrvan Barzanî li gel parlamenterên Kurd li Parlamentoya Îranê
Herwiha sermayeguzariya Herêma Kurdistanê li bajarokên pîşesazî yên hevbeş ên di navbera Îran û Iraqê de ku biryar e yek ji wan li Merîwanê jî bê avakirin û sermayeguzariya Herêma Kurdistanê li navçeya Hewraman ku vê dawiyê di UNESCOyê de hat tomarkirin, du daxwazên Şîwa Qasimîpûr bûn ku ji Nêçîrvan Barzanî kirin.
Li gor gotina Şîwa Qasimîpûr, Nêçîrvan Barzanî gotiye, “Mijarên ku di civînê de behs li ser hatin kirin, dê di yekemîn derfet de pêdaçûnê bo bike.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya şandekê roja 05/08/2021, ji bo beşdariya di merasîma sondxwarinê ya Serokomarê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî de gihişt Îranê û li Tehranê di asteke bilind de bi ala Kurdistanê hat pêşwazîkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê îro jibilî civîna li gel Serokê Parlamentoyê, li gel Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî civiya.