Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiye dike
Cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di rojên pêşiya me de serdanekî ya Tirkiye dike. Eve demek e PJAK û PKK dest çelakiyên çekdarî yên berfireh kirine. Îran û Tirkiye jî bi vê hêcetê êrîşên dijwar dibin ser herêma Kurdistana Başûr û gelek gund, xelkên sivîl û terş bûne armanca êrîşên van herdu dewletan.
25-ê Tebaxê Nêçîrvan Barzanî ji bo çareseriyekî ji van arîşeyan re pêyda bike serdana Tahranê kir û li gel serokkomar Ahmedî Necat û rayadarên bilind yên Îranê hevdîtin pêkanîbûn. Piştî serdana Barzanî ya Îranê hinek guhertinên berbiçav çêbûn û ji bo pêkanîna rewşek aram hinek gav hatin avêtin.
Niha jî Nêçîrvan Barzanî ji bo çareseriyekî ji van arîşeyan re bibîne serdana Enqere dike û bi vê gava girîng a dîplomatik dixwazin bi awayekî rewşa xirab a heyî ber bi başiyê ve bibin.
Bê goman serdana Barzanî ya Enqere gelekî girîng e û dê bikariba bibe sedemê destpêka prosesek nû li herêmê. Herweha ihtimalek mezin dê serokê Kurdistanê Mesud Barzanî jî serdana Tehranê bike . Desthilatdariya kurd bi awayek bi rêya diyaloge û hunandina turek dîplomatîk dixwaze çareseriyekê ji rewşa tevlîhev ya herêmê repêyda bikin.