Polîtîk

"Divê PKK û PJAK rewşa Başûr li ber çavan bigirin"

Mamostayekê zanîngeha Selahedînê diyar kir ku heta PKK û PJAK wek giropên çekdar li axa herêma Kurdistanê bin dê behane bo Tirkiya û Îranê hebin ku axa herêma Kurdistanê topbaran bikin.
Herwesa endamekê parlamentoya Îraqê jî diyar kir ku divê PKK û PJAK rêzê  li serweriya herêma Kurdistanê bigirin.

Dr. Ebdulhekîm mamostayê zanistên siyasî li zankoya Selahedînê bo rojnama Evro diyar kir ku heta PKK û PJAK wek grupên çekdar li axa herêma Kurdistanê bin dê behane bo Tirkiye û Îranê hebe ka axa herêma Kurdistanê topbaran bikin û got:
– LI gor yasayên navdewletî jî dirust nîne ku grupên çekdar axa welatekî li dijî welatekî dî bikar bînin, lê ew her du partî jî dişên li gor yasayên Îraqê û herêma Kurdistanê xebata xwe ya siyasî li herêma Kurdistanê birêve bibin.

Navborî her wesa diyar kir ku heta bingehên serbazî yên PKK û PJAK li axa herêma Kurdistanê hebin ti garintî ji bo wê hindê nîne ku dê Îran û Tirkiye axa Başûr topbaran neken û ji ber hindê jî divê ew her du partî rewşa niha ya herêma Kurdistan û Îraqê baş berçav werbigirin û nebine egerê hindê ku Îran û Tirkiye deverên herêma Kurdistanê topbaran bikin û arîşeya bo welatiyên herêma Kurdistanê dirust bikin.

Mieyd Teyb endamê parlamentoya Îraqê yê ser bi lîsteya Hevpaymaniya Kurdistanî jî diyar kir bi ti awayî nabe PKK û PJAK axa herêma Kurdistanê wek binemayek bo şerê çekdarî dijî dewletên Îran û Tirkiye bikarbînin, çunku ev yeke dijî yasayên navdewletî ye û ji aliyak  din ve ew her du partî rêzê li serweriya herêma Kurdistanê bigirin û got:

– Me daxwaz nekiriye ku PKK û PJAK li ser axa herêma Kurdistanê bingehên xwe ava bikin ji ber hindê jî nabe bi ti awayî ew behaneya bidin destê Îran û Tirkiyê ku axa herêma Kurdistanê topbaran bikin.

Teyib herwesa amaje da vê yekê jî ku raste îro herêma Kurdistanê mala hemû kurdan e û kurdên parçeyên dî dişên li herêma Kurdistanê bixwînin û kar bikin û xwebatên rewşenbîrî û bazirganî bikin lê nabe ku grupek çekdar axa herêma Kurdistanê bo meremên xwe bikaribînin û got:
– Li herêma Kurdistanê tinê çek divê li destê polîs û hêzên dî yên yasayîşê da hebin ku ew jî li gor yasayên Îraqê û Kurdistanê ye û nabe ti grup yan aliyek axa herêma Kurdistanê bo xebatên çekdarî bikaribînin.

Partiya Jiyana Azadya Kurdistanê (PJAK) di roja 04 .09.2011ê de hemû çalakyên xwe li hember sopayê Îran rawestandin û yekterefî agirbest îlan kir. Lê Sopayê Pasdarên Îranê ew agirbesta PJAKê qebûl nekir.

Evro/Rojevakurd

Back to top button