Polîtîk
Cîgirê fermandarê hêzên PJAKê hat kuştin
Li gor nûçeyeke malpera Sopayê Pasdarên Îranê (Sopanews), cîgirê fermandarê hêzên Partiya Jiyan û Azadiya Kurdistanê (PJAK) Mecîd Kawyanî ku binavê Simko Serhildan dihat nas kirin, roja şemiyê 03.09.2011ê ber bi topeke Îranê ketiye û li Tirkeşê li devera Qendîlê hatiye kuştin.
PJAKê jî di daxuyaniyekê de kuştina Mecîd Kawyanî cîgirê fermandarê hêzên HRK piştrast kiriye.
Li gor zanyariyên daxuyaniya HRKê, Semko digel hevalê xwe Rojhat Botan bû û herdu ber bi topeke topxaneya Îranê ketine û yekser jiyana xwe ji dest dane.
Mecîd Kawyanî (Semko) di sala 1982ê de li bajarê Baneyê li Rojhilatê Kurdistanê, jidayîk bûye û sala 1999 tevlî gerîlayan PKKê bûye û piştr jî tevlî PJAKê bûye.