Efsaneya TSK’ê hilweşiya, herkes şaş ma

Xeberdana Serokê Sererkaniyê ya ku ketibû întenetê ne tenê me, eskerên din yê dinyayê jî zehf şaşkir.

Çimkî derheqê TSK’ê (artêşa Tirkiyê) de him li hûndirê welat him jî der welat îmajek hebû. Ev îmaja mîna efsanekî bû. Ev efsane bi dîsîplînê, qehramaniyê, fidakariyê ve hatibû hemilandin.

Piştî xeberdana Koşaner ev îmaj hilweşiya.
Niha ev îmaj bîbîlika me ya artêşê. çû kêderê?
Niha li kêdererêye artêşa me ya ku dema derbas dibûn cil û bergê wan dibiriqîn ji ber wê jî çavê me tijî hêsir dibû.

Sigortaya her tiştê me bû, demokrasiya me diparast, misogorê jîyana me bû, me ew li ser desta digirt. Ka li kêderêye artêşa me?
Em di nav şaşbûneke gelek mezin de nin.

Derheqê TSK’ê de ne tenê em, hêlên eskerî yên gerdunî jî nirxên nû dikin, raporên nû amade dikin.
Tinebê (meğer) tiştên heta niha hatine gotin ne rastin.

Dihat gotin ku din av NATO’yê de û li herêmê artêşa herî hêzdar ya me ye.
Tinebê me bi sedhezaran Mehmetçîk çêkiriye ku ji bo ‘hezkirina welat û wezifeya welat’ xwe diavêjên mirinê. Me ji wan re jî ji mirinê wirtadir, wezifeya karên malan jî daye kirine.

Dihat gotin ku artêşa herî bi dîsîplîne.
Tinebê em hê negihîştine D’yê dîsîplînê. Quretiyeke bê hewce, xwe li ser huquqê dîtin di nav wan de cih girtiye.
Dihat gotin ku em artêşa Amerikayê baştir perwerdê didin.

Tinebê ne perwerdehiyeke baş daye nê jî pergala fermandayînê çêkiriye.
Lê binhêrin Org. Koşaner derheqê tevlîheviya yekîneyan de, yên ku nikarin balafirên bê mirov baş binirxînin, tevlîheviya baregehê, serbazên ku nikarên pêşangiya eskera bikin gelek tiştên tûj tîne ziman.

Dihat gotin têkoşîna dijî terorê ji bo TSK’ê şanseke mezin e.
Tinebê (meğer) dev ji tecrube berdin, di têkoşîna terorê de xêncî fidakariyên şehsî hewlên singê mirova radike nehatiye dayin. Dîsa Org. Koşaner çi dîbêje, hinek esker çekên xwe dihêlin dirêvin, hinek fermandar ji xelatî eskerên xwe dixin. Em şaşmayî wî guhdar dikin.
Kanê, çûne kêderê qehremanên me?

Kanê, li kêderêne ew fermandarên ku her tim derdiketin TV’yê, kitêb dinivîsandin, fors davetin, sîvîl rexne dikirin?
Kanê li kêderêne qehremanên fermanderên rojhilatabaşur?
Wisa kifşeye ku her tişt îmajeke.
Îmajeke hûndir vala.

Wi çaxî mirov dizane hatiye xapandinê
40 sale dibêjim gere TSK ji sîyasetê dûr bisekine
Ji ber vê ji min re gotin ‘dijminê artêşê’
Min dan dadgehan, xwestin ez ceza bigrim.
Lê dawiyê ez mafdar derketim.

M.Ali Birand

 

www.xeberenkurdi.com

 

Nerîna min :