Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî serdana Kerkûkê kir

Piştî eşkere bûna pilanên paşmayiyên Besê û Terorîstên Şoven yên ji bo aloz kirina rewşa Bajarê Kerkûkê, bi mebesta ji nêz de hayedar bûn ji rewşa Bajarê îro Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî serdana Kerkûkê kir û ji aliyê Parêzgar û Berpirsê Şaxê 3 yê PDKê ya li vê Bajarê ve hate pêşwazîkirin.

Piştî merasima pêşwaziyê, birêz Nêçîrvan Barzanî bi Parêzgarê Kerkûkê û Rayedarên din yên vê Bajarê re civiya û rewşa dawî ya vê Bajarê û pilanên Neyar û Terorîstan yên ji bo aloz kirina rewşa Kerkûkê nirxandin.

Di berdewamiya vê civîna han de careke din tekez li ser esas giritina destûra bingehîn a Îraqê ji bo çareser kirina kêşeyên heyî hate kirin û hate eşkere kirin ku, eger kesek anjî hêze bixwaze ku, bi rêyên din hewl bide kêşeyên heyî aloztir bike anjî rewşa vê Deverê aloz bike vê demê hêzên Pêşmerge yên Hikûmeta Kurdistanê amadene ku, aramiya Bajarê û Şîniyên vê Deverê biparêzin.

(KTV)

Back to top button