Nêçîrvan Barzanî: Piştî serdana şanda Bexdayê bo Hewlêrê diyar e mûçe dê bên dayîn.
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, piştî hatina şanda aborî ya Bexdayê dê mûçe bên dayîn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serdana Rêveberiya Serbixwe ya Zaxo kir, li Duhokê çi hatiye kirin û li Zaxo çi hatiye kirin?”
Barzanî got: Bi rastî ez li hember kar û xizmetên ku li vir li Zaxo hatine kirin matmayî mam, tenê peyama min pîrozbahî ye û hêviya temen dirêj û serkeftinê ji wan re dixwazim.
Di 25ê Adara 2023an de, Herêma Kurdistanê bi biryara Dadgeha Navdewletî ya a Parîsê hinardekirina petrolê rawestand. ” Kurdistanê amade ye careke din hinardekirinê bike. Pirsgirêk ne ya Hewlêrê ye, kêşeya Bexdayê ye.”
Ji aliyê din ve Nêçîrvan Barzanî behsa mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê kir û got, “Piştî şanda ku serdana Herêma Kurdistanê kir, tişta diyar ew e ku mûçe dê bên şandin.”
Di 8-9ê Îlona 2024an de, Encûmena Wezîrên Iraqê bo Karûbarên Aborî û Encûmena Aborî ya Herêma Kurdistanê civiyan.
Piştî civînê her du aliyan daxuyaniyeke hevbeş dan û gotin, “Lijneya Wezîran a Aboriyê biryar da ku pêşniyarekê pêşkêşî Encûmena Wezîran a Federal bike, da ku Wezareta Darayî ya Federal ji bo çareserkirina mûçeyên hatine rawestandin bişîne.
Meha borî jî Wezareta Darayî ya Iraqê li şûna mûçeyê meha Tîrmehê mûçeyên meha Tebaxê yên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dabû.
Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di meha Cotmehê de tê lidarxistin Ji bo kampanyayê hîn dem maye. Min berê jî gotibû û ezê dîsa jî bêjim divê kampanya bi awayekî ku tu kesî neşkêne. Di encamê de em hemû di heman keştiyê de ne.”
Herwiha got: “Nabe kampanyaya hilbijartinan bi awayekî ku asayîşa civakî ya Herêma Kurdistanê têk biçe.
Di çarçoveya serdana xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê çendîn hevdîtin ligel parêzgar û rêveberiya Duhokê, berpirsên hikûmeta Zaxo û berpirsên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li herêmê pêk anî.