Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li parlamentên Berîtaniyayê kir

Îro cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Nedîm Zehawî parlementerê parlamentoya Brîtanyayê û cîgirê serokê komîteya dostaniya gelê kurd a parlamentoya Brîtaniyayê kir.

Di hevdîtinekî de Nêçîrvan Barzanî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Nedîm Zehavî kir ku, weke welatiyeke berîtanî, eslê xwe Kurd, kariye bibe endamê pparlamentoyê û di bihêzkirina peyvendiyên di navbera Kurdistan û Brîtaniyayê de roleke sereke bilîze.

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de her weha spsiyên xwe jî pêşkêşî komîteya dostaniya gelê kurd a parlamaentoya Brîtaniyayê ku ji hemû partiyên nav parlamentoyê pêk tê,  kir û got ku, rola vê komîteya han di piştgîrîkirina gelê kurd û bihêztirkirina peyvendiyên heyî yên di navbera her dû aliyan de roleke sereke lîstiye.

Cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê behsa pêşkeftina tecrûbeya hukimdariyê li herêma Kurdistanê kir got:
– Li herêma Kurdistanê derfeteke baş hatiye pêşiya desthilatê ku ew jî awayê qebûlkirina opozisyonê ye û ev yek jî xaleke bihêz ya serkeftina tecrûbeya herêma Kurdistanê ye. Bikaranîna metodên demokratîk û îsrarkirin li ser sîstema demokrasî, şefaf û berprisiyar xaleke din a bihîze bo çespandina prensîpên demokrasiyê û avakirina sîstemeke hukimdariya serkeftî.

Ji aliyê xwe ve, Nedîm Zehavî jî kêfxweşiya xwe li hember pêşkeftinên Kurdistanê diyar kir û spasiyên xwe jî pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kir ku, di serdema kabîneya wî de gelek pêşkeftinên baş li Kurdistanê de hatine bidestxistin.
Nav hatî her weha balkêşande ser hilbijartinên Kurdistanê û ev yek jî weke pêngaveke girîng a demokrasî ji bo veguhastina desthilatê wesif kir.
Di dawîya hevdîtinê de her du aliyan tekîd li ser giringiya pêşdebirina têkeliyên di warê siyasî, abûrî, bazirgan û çandî kir.

Back to top button