Cîhan

Daxuyaniya konferensa opozisyona sûrî li Antalyayê

Konferensa opozisyona sûrî li bajarê Antaliya bi dawî hat û di beyanameya dawiya konferensê de daxaz ji Beşar Esedê serokê Sûriyeyê hatiye kirin û des tji serokatiya komara Sûriyeyê berde.

Di konferensê de komîteyeke rêvebir  ku ji 31 kesan pêk tê hat damezarandin û li gora daxuyaniya dawiyê ya konferensê, karê vê komîteya rêvebir dê cîbicîkiirn biryarên konferensê, piştevaniya xwepêşndanan, şopandina bûyerên navxweyî û bidestxistina hevkarî û alîkariya derve be.
Konferensê got ku ew piştevaniya daxazên gelê sûrî ji bo jinavbirina rijêmê, piştevaniya şoreşa gel ji bona azadî û kerametê dikin û daxaz ji Beşar Esed kir ku bi lezgînî îstîfa bike û desthilatê teslîmî cîgirê xwe bike.

Konferensa opozisyona sûrî di daxuyaniya xwe de pêşniyara avakirina civateke demkî ji bo amadekirina destûrekî nû bo welêt, hilbijartinên parlamentoyê û hilbijartinên serokatiyê yên piştî salekê ji îstfaya Beşar Esed bên kirin, dike.

Di daxuyaniyê de tê gotn: Gelê sûrî ji gelek neteweyan; ereb, kurd, kildan, aşûrî, çarkez û ermenan pêk tê. Divê dewleteke medenî û demokratîk ku hemû netewe tê de bi mafên xwe şad bibin di destûrê de bê bicih kirin.

 Komîteya rêvebir ya ku di konferensê de hatiye hilbijatin ji 4 ermenan, 4 daxuyaniya Şamê, 4 kurd, 4 ji eşîretan û 15 jî ji xrtên beşdarî konferensê bûn û xwe bi serbixwe dane naskirin, pêk tê.

Back to top button