Cîhan

Jina herî jîr

Rêvebera giştî ya firokexaneya Hewlêr a navnetewî di warê firokevaniyê de li ser asta parzemîna Afrîqa, Asya û Rojhilata Navîn jina herî baş hat hilbijartin.

Doh (01.06.2011) li bajarê Dûbaî yê welatê Îmaratê di warê firokexane û firokevaniyê de konferensek hat saz kirin. Di nava wê koferensê de kesên herî jîr li ser asta parzemîna Afrîqa, Asya û Rojhilata Navîn hatin destnîşankirin. Telar Fayeq rêvebera giştî ya firokexaneya Hewlêr a navnetewî di vî warî de kesa herî jîr hat hilbijartin. 

Telar Fayîq rêvebera giştî ya firokexaneya Hewlêr a navnetewî di peywendiyek telefonî de ji Rûdawê re got:
– Ew koferens ji aliyê kompaniya Read Express a Îmaratê ve her sal tê saz kirin. Ji aliyê lijneyek pispor ve kesên ku di warê firokevaniyê de xwedî rolek herî baş û di karê wan de pêşketin diyar e, di hilbijêrin. Ez wekî jina herî baş a di warê firokevaniyê de li seranserî Afrîqa, Asya û Rojhilata Navîn hatim destnîşankirin.

Di wê konferenseyê de rêvebera giştî ya firokexaneya Hewlêr Telar Faqey û dû jinên din, yek ji firokexaneya Dûbaî û ya din jî ji başûrê Afrîqayê hatibûn destnîşankirin. Piştre ji wan hersê kessan Telar Fayeq wekî jina herî baş di warê firokevaniyê de li ser asta parzemîna Asya, Afrîqa û Rojhilata Navîn bo sala 2010-2011an hat destnîşankirin.

Firokexaneya Hewlêr a navnetewî li ser asta cîhanê di warê mezinahiyê de di rêza pêncemîn de tê hêjmartin. Dîzayna vê firokexaneyê ji aliyê kompaniyek brîtanî hatiye çêkirin û ji aliyê kompaniyek tirkî bi 360 milyar dolarê Amerîka hatiye dirûstkirin. Ev firokexane dikare salane pêşwazî li 3 milyon geştyar bike.

Back to top button