Hevpeyvîn

Nêçîrvan Barzanî: Pêşmerge ji bo Kobanî nehatiye şandin

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja 22ê vê mehê, di pireskonferensekê de behsa serdana xwe ya du rojî bo bajarê Duhokê û encamên civînên digel walî û berpirsên îdariyên wîlayeta Duhokê kir. Serokwezîr  hev rê digel cîgirê serokwezîr û hijmareke wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê serdana Duhokê kir daku haydarî rewşa wîlayetê bibin û kar û çalakiyên yekîneyên îdarî li bajêr yên di warê dihewarhatin û pêşkeşkirina alîkariyan bo wê himara zêdeya penaber û koçberan bilind nirxandin.

Serdaneke giring

Ev çend rojin em li Duhokê ne, ev çend rojin digel  birêzan cîgirê serokê civata wezîran û wezîrên hikûmetê em li vir bûn û me çend civîn digel walî û berprisên îdariyên Duhokê encam dan û me xwest bizanîn rewşa wan xûşk û birayên me yên ji deverên din hatine Duhokê çewaye? Destpêkê ez dixwaz im sipasiya hemû miletê kurd bikim ku li hemû deveran dihewara xelkê hejar û lêqewmiyan hatin, bi navê serokatiya civata wezîran, bi navê xwe û kak Qubad û hemû civata wezîran, bi taybetî sipasiya xelkê wîlayeta Duhokê dikîn ku ya mimkin bû  hevkarî û alîkarîya koçberan kir.

Di wan çend rojan de qebareya rasteqîneya wê karesata li Şingal û deverên din yên wîlayeta Mûsilê qewmî diyar bû, bêguman, qebareyê wê karesatê gelek ji îmkanên hikûmeta herêma Kurdistanê mezintir e. Di vê rewşê de em daxwazê ji Bexdayê dikin zêdetir xwedî li pirsa koçberan derkeve, bi tyabetî em daxwaz dikin serokwezîrê Îraqê serdana wîlayeta Duhokê bike û ji nêzîk bibîne qebareya vê karesata mirovî çend mezine? Em daxwaz ji cenabê dr. Fuad Mesûm serokomarê Îraqê û birêz serokê parlamnetoya Îraqê dikin serdna Duhokê bikin û ji nêzîk haydarî rewşa li Kurdistanê û bi taybetî li wîlayeta Duhokê heye bibin.

Îdareya Duhokê û cenabê walî di warê gihandina xizmetan bi koçberan û lêqewmiyên nav wîlayeta Duhokê tu xemsarî nekiriye, em destxweşiyê li sitafê kargeriya Duhokê dikin ku karîn alîkariya koçberan li Duhokê bikin, xelkê bajêr jî  di vî warîde kêmasî nekir û ew yek jî cîyê şanazîyê ye.

Di van du rojan de em bi awayekî giştî li ser warê perwerdeyê, ewlehiyê, pirsa av û saxlemiyê û bi awayekî berfireh lêkolîn li ser pirsgirêkan kir. Bê guma tiştê ji me bê em dê bo wîlayeta Duhokê bikin. Ya ku îro ji bo me giring pirsa xwendingehan e, îro nêzîkî 450-460 avahiyên xwendingehan koçber tê dijîn, tiştê ji bo me giring çewaniya vegerandina xwendekarane bo xwendigehan û destpêkirina xwendinê ye. Divê careke din sipasiya xweragirî tehemûla xelkê birêzê Duhokê yên heta nuha zarokên wan neçûne xwendegehêan, bikin, lê divê bizanîn ku hikûmeta herêma Kurdistanê li ser vegerandina wan xwendekaran bo xwendingehên wan cidî ye. Em gelek sipasiya xelkî dikin ku di rewşa Duhok û herêma Kurdistanê bi giştî têdigihin û wê rewşê li be çavan digirin.

Di vê serdana me ya bo Duhokê de, çend pirsên êkonomî hebûn, birêz wezîrê darayî cîbicî kirin, hindek pirsên warê saxlemiyê hebûn, birêz wezîrê tendirustiyê cîbicî kirin, çend pirsên din yên weke perwerde, polîs û asayîşê hebûn, ji bilî pirsên avakirina kampan bo koçberan ku birêz wezîrê avadankirinê kar li ser wan dike. Em dê li ser bilezgînî avakiirna kampan berdewam bin daku koçber li wan kampan akincî bibin, xwendingeh vala bibin û xwendin dest pê bike.

Pirsa xwendinê li devera Şingalê

Me di civînên xwe de digel rêvebirên perwerdeya Duhok û Şingalê behsa hebûna zêdetir ji 31 hezar xwendekarên devera Şingalê kir. Ji bo hikûmeta herêma Kurdistanê gelek giring e ew xwendekar ji xandinê bê par nebin û vegerin bo xwendingehan. Her kampeke ji bo koçberan tê avakirin xwendigehek jî dê di nav wan kampan de hebe. Em daxwazê ji mamosteyên Şingalê dikin vegerin bo nav kampan û dest bi ders danê bikin. Bi dîtima me vê pirsê pêwîstî bi wext heye û heta ew xwendekar hemû vegerin bo xwendingehan me pêwîstî bi du mehên din heye.

Bexda, Kurdistan û pirsa budceyê

Em hêvî dikin herêma Kurdistanê û Bexda li ser pirsa budce û beşê herêma Kurdistanê ji budceya giştî bigihin lihevtêgihiştineke hevbeş.  Heta niha danûstandinên fermî navbera Hewlêr û Bexdayê destpênekirine. Birêz dr. Roj Nurî Şaweys bi tenî çûye Bexdayê û li wir digel birêzan serokwezîr û wezîrê neftê civiyaye.  Em hêvî dikin ev pirs çareser bibe.

Me beşdarî di hikûmeta Îraqê de kir me xwest şansek din bi Bexdayê bidin bo çareserkirina ew pirsgirêkên navbera me de hene di çarçoveya destûra Îraqê de û em li ser wê siyasetê berdewam in û em hêvîdar in em bigehin çaresriyekê. Ev ji bo me ne meseleke şexsî ye, li gor destûrê herêma Kurdistanê, heta nuha, beşeke ji Îraqê û daxwazên herêma Kurdistanê ji birêz Ebadî serokwezîrê Îraqê li gor destûrê ne û pêwîste ew daxwazî bên cîbicî kirin. Weke herêma Kurdistanê, ya li ser me be, û da gazinde ji me neyên kirin, em amadene pêngavan pavêjin û şanseke bi birêz Ebadî bidin û em hêvîdarin em bigehin çareseriyekê.

Pirsa Kobanî

Meseleya Kobanî bi tenê girêdayî wê deverê ve nîne, lê ew pirseke timam gelê kurd e û mînakek dina hovaneya terorîstên DAÎŞ li dijî gelê kurd e. Hikûmeta herêma Kurdistanê wan êrîşên ser Kobanî şermezar dike. Pirsa alîkarîkirina wê deverê ji aliyê herêma Kurdistanê ve ne gelek hêsane  em hêzên xwe ji bo wê deverê bişînin in û di warê erndnîgariyê jî de nemimkin e. Hikûmeta herêma Kurdistanê û hemû partiyên kurdistanî di vî warî de ya ji me pê em texsîr nakin.

Karesatek mezine

Ya ku li Duhokê diqewime karesateke mezine û eger ew rewş bê îhmal kirin karesat dê mezintir bibe. Hemû hewlên me digel Bexdayê ji bo çareserkirina vê pirsê ye û ev ji karên me yên pêşîne ye. Ya giring eve Bexda têbigihe Duhok di rewşek gelek dijwar de ye û ji îmkanên hikûmeta herêma Kurdistanê mezintir e, li her direke cîhanê her karesateke bi vî awayî biqewime, hikûmeta merkezî ji çareserkirina wê meseleyê berpirsiyariya yekem dibe.

Ez careke din daxwazê ji Bexdayê dikim di vî warî de bi awayekî cidîtir kar bike, ji ber ku karesat gelek mezine û em hêvîdarim Bexda li vê pirsê xwedî derkeve û di astek bilind de serdana vê wîlayetê bike. Birêzan serokomar, serokwezîr û serokê parlamentoya Îraqê ji nêzîk haydarî vê rewşê bibin, çunkî herêma Kurdistanê li gor destûrê beşeke ji Îraqê ye.

Pereyê neftê neçûye Bexdayê

Dahatiniyê wê nefta herêma Kurdistanê ya bo derve hatiye hinartin ji Tirkiyeyê neçûye Bexdayê û ew pereyê li ber destê me ye têra xerciyên herêma Kurdistanê nake û heta nuha herêma Kurdistanê li ser wê yekê biîsrar e ku 17% dahatiniyê neftê bo herêma Kurdistanê ye û b83% bo Bexdayê ye. Em ne li dijî vê pirojeyê ne, lê me 17% bi rastî divê, ji ber ku heta nuha me bi timamî 17% ji Bexdayê wernegirtiye.

Azadkirina karmendên Tirkiyeyê li Mûsilê

Hikûmeta herêma Kurdistanê biazadkirina karmendên Tirkiyeyê ku, piştî demek dirêj bo nav mal û kasûkarên xwe vegeriyan, kêfxweş e û herêma Kurdistanê di pirosesa azadkirina wan de tu rol nebû. Me qed bawerî bi wê yekê nîne ku Tirkiyê li dijî herêma Kurdistanê hevkariya DAÎŞ kirbe, ev rast nîne, Tirkiye ji bo me cîranek giring e û di hindek wextan de, di rojên dijwar de, yek ji wan welatan bû yên hevkariya herêma nKurdistanê kirî û em hêvîdar in ew têkelîyên me zêdetir pêşbikevin.

Şerê pêşmerge dijî DAÎŞ

Di destpêka şerê dijî DAÎŞê de pêşmerge di rewşa bergiriyê de bû, piştî gefên DAÎŞ bo ser herêma Kurdistanê  ew şer bi ser herêma Kurdistanê de hat feriz kirin. Îro meseleya DAÎŞ bi tenê peywendî bi herêma Kurdistanê ve nîne, lê ew bûye pirseke navdewletî û îro me pêwîstî bi hevpeymaniyeke cidî bo şerê dijî DAÎŞ heye, ne bi tenê bi çek, lê bi hemû awayan. Belê, şerê çekdarî beşeke ji wê stratejiyê ye û îro însiyatîva şer di destê wan de nemaye. Raste, destpêkê pêşmerge hindek giriftarî hebûn, lê niha pêşmerge carek din ew dever hemû kontrol kirin, ji Celewla heta digehe Zumar û Rebîye, însiyatîv di destê pêşmerge de ye.

Rola hikûmeta Îraqê bo alîkarîkirina koçberan

Di destpêka karesatê de hikûmeta Îraqê hindek hevkarî hinart, lê karesat gelek mezine. Ew nivîsa bo berdestkirina diravî bo avakirina kampan bo koçberan hinartî gihiştiye herêma Kurdistanê, lê pere negehiştiye dest waliyê Duhokê, hikûmeta Îraqê bixwe komîte pêkaniye û birêzan waliyên Duhok, Silêmanî û Hewlêrê û nûnerê wezareta koç û koçberan di nav komîteyê de cî digirin. Em hêvîdarin ew nivîs bikive di warê piraktîkê de û ji her tiştî giringtir ji bo me eve ku hemû cîhan bizane karesateke mezin li Duhokê heye. Ew yek milyon dînarên behis lê tê kirin ku ji aliyê hikûmeta Îraqê ve bi ser koçberan de dabeş dikin, hikûmeta herêma Kurdistanê jê bê par e.

Karesata li Duhokê gelek ji ya deverên din mezintir e, li devereke weke Xaneqîn û derdûrên wê heta digehe Xaneqîn û Kifirî 60-70 hezar koçber hene, lê li Duhokê gelek gelek zêdetirin, li Hewlê û Silêmaniyê jî wisaye. Pirsa koçberan di warê êkonomî de barek giran xistiye ser milên hikûmeta herêma Kurdistanê. Wîlayeta Duhokê bixwe yek milyon û sê sed hezar kes e, îro 820 hezar koçber li tixûbê wîlayeta Duhokê hene ku pêwîstiya wan bi av, elektirîk û xizmetgozariyên saxlemî û perwerde û asayîş hene. Ev hemû xerciyeke mezin dixe ser hikûmeta herêma Kurdistanê, bi tenê bo sektora tendirustiyê wîlayeta Duhokê pêwîstî bi zêdetir ji 500 milyon dolaran heye.

Çareserkirina pirsgirêkan digel Bexdayê

Min nameyek ji bo birêz dr. Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqê hinartiye ku tê de behsa pirsgirêkên navbera herêma Kurdistan û Bexdayê kiriye. Min daxwaz ji Ebadî kiriye ku, qebûl bikin heyeteke hikûmeta herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike û em li benda bersiva birêz serokwezîrê Îraqê ne û pişt re em dê biryar bidin ka kî biçe Bexdayê û pêkanîna heyetê çewa be.

Şefafî di pirsa hinartina neftê de

Pirsa şefsfiya hinartina neftê hertim ji bo hikûmeta herêma Kurdistanê pirsek giring e û hikûmet hertim tekîdê li ser pirsa şefafiyê dike. Hikûmeta herêma Kurdistanê di pirosesa tenderkirin, firotin û buhayê firotinê de, eger SOMO hevbeş be, tu pirsgirêk nîne. Hikûmeta herêma Kurdistanê dixwaze lihevhatinek hebe û ev yek di berjewendiya me û wan jî de ye, eger rêyek hebe fêdeya me û hikûmeta Îraqê tê de be, em amadene wê rê bigirin, lê, bê guman, em ti wextan wê yekê qebûl nakin  kontrola porsesê di destê Bexdayê de be. Birêz Adil Ebdulmehdî wezîrê nefta Îraqê, yê nû, yek ji dostên kevnên Kurdistanê ye û ev yek jî hêvîyekê bi herêma Kurdistanê dide bo çareserkirina pirsa neftê digel Îraqê.

 Miaşê karmendên herêma Kurdistanê

Em weke hikûmeta herêma Kurdistanê xwragirî û tehemula xelkê Kurdistanê ji ber texîrbûna miaşan, piştî birîna wan ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve, bilind dinirxînin û ev helwestê xelkê Kurdistanê cîyê şanaziyê ye. Kêm-zêde miaş hatine dan, her çiqas gelek pirsgirêk hene û barê hikûmeta herêma Kurdistanê gelek giran kiriye, lê hemû hewildan ji bo çareserkirina wê pirsê tên dan. Bi dîtina min eger pirsa DAÎŞ nebaye, me dikarî ji meha 8 wê pirsê çareser bikin, lê pirsa dagîrkirina Mûsil û êrîşên DAÎŞ bo ser herêma Kurdistanê, ev pirs texîr kir. Hikûmeta herêma Kurdistanê zû yan direng vê meseleyê çareser dike.

Yekalîkirina postên kurdan li Bexdayê

Ya ji bo kurdan giring ew wezaretên ji kurdan re hatine dan, divê bi awayekî be hemû aliyên siyasîyên beşdar di hikûmetê de pişk tê de hebe û tê de başdar bin, yekrêziya kurdan gelek ji hindê giringtire kurd biçin Bexdayê di hikûmetê de beşdar bin û pişt re partiyek gazindan bike. Divê em hemû bi hev re beşdar bin, lê eger li ser hisaba wê yekrêziya kurdan be û partiyek beşdar be û yek beşdar nebe, hîngê em qebûl nakin. Em nizanin ew wezaret çewa dabeşkirine, bê guman em dê li ser biaxivin. Em xelkê herêma Kurdistanê jî  dilrehet dikin ku miaşên wan bi tu awayî jinav naçin.

Pêşmerge ji bo Kobanî nehatiye şandin

Heta nuha pêşmerge ji bo Kobanî nehatiye rê kirin, eger daxwazeke wisa hebe jî hikûmeta herêma Kurdistanê dê bi cidî lêkolînê li ser wê daxwazê bike.

Back to top button