Birîna budceya Kurdistanê pêşniyara du serkirdeyên YNKê
Li ser pêşniyara du endamên serokatiya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) serokwezîrê berê yê Îraqê budce û miaşê karmendên herêma Kurdistanê qut kiriye.
Li gor malpera Bas ku çavkaniyeke bwerpêkiriî zaniyarê jê re dane, Heyder Ebadî serokwezîrê nû yê Îraqê di serdana xwe ya bo bajarê Silêmaniyê de eşkere kiriye ku pirsa birîna budce û miaşê karmendên herêma Kurdistanê ji aliyê Nurî Malikî ve, bi tenê Malikî xetabar nîne, lê du endamên seroaktiya YNKê ku, peywnediyeke baş digel Malikî heye, ew pêşniyar ji Malikî re kiriye.
Li gor wê çavkaniyê, Ebadî di civîna xwe ya digel Newşêrwan Mistefa serokê Tevgera Goranê jî de ew pirs behis kiriye û Ebadî gotiye ku, birîna budceya herêma Kurdistanê bi tenê Nurî Malikî jê berpirsyar nîne.
Her du serkirdeyên YNKê bêy agadariya polîtbûro û serokatiya YNKê ew pêşniyar ji Malikî re kiriye, Ebadî ew zaniyarî gihandine serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê û Berhem Salih jî hatiye agadar kirin û yek ji sedemên dûrketina Salih ji YNKê ev mesele ye.
Li gor çavkaniya zaniyarî ji malpera navborî re dane, wan her du serkirdeyên YNKê xwestiye bi vê rê, rêya birîna miaş û budceya herêma Kurdistanê, deshilatdariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) lawaz bikin û xelkê Kurdistanê, ji ber nebûna pere û miaşan, ji PDKê dûr û dilgiran bikin û li dijî hikûmetê Kurdistanê serîhildin.
Ew çavkanî dide xuyakirin ku, berprisekê balayê Partî ev mesele ji Berhem Salih û çend berprisên YNKê re behis kiriye û ev pirs sedemê sarbûna têkeliyên navbera PDK û YNKÊ ye.